Endamên Tevgera Azadiyê Kerem Kosem, Maşallah Ilbaz û Fahrettîn Tavşan ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Stenbolê bi bernameyekê hatin bibîranîn.
Li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo 3 endamên Tevgera Azadiyê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Malbatên xizmên xwe winda kirine, endamên MEBYA-DERê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bernameyê bîranînê bûn.
Di eywana bîranînê de wêneyên 3 cangoriyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û find hatin pêxistin. Di bernameya bîranînê de li ser têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane û berdelên ji bo aştî û azadiyê hatiye dayîn axaftin hatin kirin û beşdaran diyar kirin ku ew ê herdem xwedî mîrateya nirxên xwe derkevin.
Nasnameya cangoriyan
Nasnameyan 3 kesên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û hatine bîranîn wiha ne: Fahrettîn Tavşan (Şoreş) di sala 1999an de li Bedlisê, Kerem Kosem (Sîpan) di sala 5ê Îlona 1992an de li Golanê, Maşallah Ilbaz (Rûbar) di sala 14ê Mijdara 1991an de li Serhedê jiyana xwe ji dest dabû.





















