Sema Yuce ya ku li dijî zextên li ser gelê Kurd bedena xwe dabû ber agir, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Sema Yuce bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştrevanî, Çand û Yekîtiya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine re (MEBYA-DER), li gundê Qerxelixa Jêrê yê navçeya Dutaxa Agiriyê di 28emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn. Endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên saziyên demokratîk ên sivîl û welatî beşdarî bîranînê bûn.
Girse li ser gora Sema Yuce ya ku gotibû “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum” û bedena xwe dabû ber agir deqeyek rêz girt û soza xwedîderketina mîrateya wê dan. Dû re beşdaran qûrnefîl danîn li ser gora Sema Yuce.
Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
















