Li Bazara Heywanan a Wanê du malbatan li hev xist. Di encama şerê qewimî de kesek hate kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.
Li Bazara Heywanan a Wanê ku li taxa Bostanîçiyê ya navçeya Rêya Armûşê ye, du malbatan li hev xist. Di encama şerê qewimî de kesekî jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku di navbera her du malbatan de xisûmet hebûye û li bazarê rastî hev hatine û li hev xistine. Li ser agahdarkirinê gelek polîs û tîmên tenduristiyê derbasî cihê bûyerê bûn û birîndarên ku mudaxileya ewilî li cihê bûyerê li wan hate kirin, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê. Li nexweşxaneyê ji birîndaran tevî hemû mudaxileyan jî kesek jiyana xwe ji dest da û birîndarên din jî tên dermankirin.
Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.













