Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin ku li Lîjneya Giştî ya Meclisê axivî bal kişand ser pirzimaniya Mêrdînê û bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî xwest zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin li Lîjneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê li ser mijara pirrengî û pirzimaniya Mêrdînê mafê axaftinê girt. Berîtan Guneş Altin di axaftina xwe de li ser pir zimanî, pir rengî û pir bawerî ya Mêrdînê rawestiya û diyar kir ku dewlemendiya Mêrdînê dikare ji tevahî Tirkiyeyê re bibe mînak.
Berîtan Guneş Altin bal kişand ser polîtîkayên yekzimanî ku ziman, bawerî û rengên cuda tunedihesibîne û got ku saziyên dewletê yên Mêrdînê berovajî pir engî, pirzimanî û pirbaweriya Mêrdînê tevdigerin. Berîtan Guneş Altin anî ziman ku ew weke Mêrdînê wekheviya ziman û baweriyan dixwazin. Berîtan Guneş Altin ku polîtikayên yekperestî ya dewletê bi pêşgotinên Kurdî rexne kir û bertek nîşanî astengiya pêşya perwerdehiya bi zimanê Kurdî da.
‘Pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê vebikin’
Berîtan Guneş Altin destnîşan kir ku zextên li dijî zimanê Kurdî berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Werin em dev jî vê serdema înkarê berdin û bi qanûnên aştiyê xwişk-biratiya ziman û çandan bi hev re ava bikin. Piştî 3 rojan 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Divê zimanê Kurdî tenê bi dersên hilbijartê re nayê sînorkirin. Dev jî vê şerma ku pêşiya perwerdehiya Kurdî astengiyan derdixîne berdin. Di arefeya Cejna Zimanê Kurdî de di serî de ji bo Kurdî û mafê hemû ziman û çandan bi qanûnan misoger bikin û pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê vebikin. Zimanê dayikê tenê peyvan pêk nayê. Zimanê dayikê bîr e, nasnameya yekem û xwebûnê ye.”













