Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz ku ji “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” re peyamek şand diyar kir ku derfeteke dîrokî hatiye bidestxistin û destnîşan kir ku ji bo aştiya mayînde dê stranên xwişk û biratiyê bi hev re bistrên.
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz jî ji bo “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” peyamek şand û destnîşan kir ku dîtina her welatiyekî wekî endamekî wekhev, azad û meqbûl ê vî welatî ne tercîhek, lê neçariyek e.
Fetî Yildiz di peyama xwe de tundî wekî “sûcekî mirovahiyê” pênase kir û ragihand ku ev mijar bi aliyên xwe yên aborî, sosyolojîk û psîkolojîk ve pirsgirêkek ewlehiya neteweyî ye. Yildiz anî ziman ku divê her welatiyekî Komara Tirkiyeyê hîs bike ku ew perçeyekî wekhev û birûmet ê vî miletî ye û got: “Ji bo aştiya mayînde, em ê li Baxçeyên Hewselê û li Rezên Meramê stranên xwişk û biratiyê bi hev re bistrên.”
Derfeteke dîrokî hatiye bidestxistin
Di berdewamiya peyama xwe de Fethî Yildiz bal kişand ser pêvajoya ku di 1ê Cotmeha 2024an de bi silavdayîna Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ber bi kursiyên DEM Partiyê ve dest pê kir û axaftina Bahçelî ya 22yê Cotmehê wekî “pêngava siyasî ya herî wêrek a sedsalê” bi nav kir. Fethî Yildiz diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka tundiyê ya ku nîv sedsal e barê giran li ser çavkaniyên welat çêdike, derfetek dîrokî hatiye bidestxistin û xwest ku çavkaniyên diçin şer, êdî ji bo dibistan, nexweşxane, cotkar, ciwan û jinan wekî refah û veberhênan werin bikaranîn.
Sedsala Tirkiyeyê dê bi serweriya hiqûqê ava bibe
Fethî Yildiz destnîşan kir ku vîzyona “Sedsala Tirkiyeyê” li ser serweriya hiqûqê û piştevaniya civakî ava dibe û rapora Komîsyona Demokrasî û Xwişk û Biratiyê ya ku ji aliyê meclisê ve hatiye amadekirin, wekî belgeyeke sereke ji bo gavên pêşerojê nîşan da. Fethî Yildiz serkeftin ji forumê re xwest û silavên xwe ji beşdaran re şand.













