KURDÎGEH, Aryen Huner û ŞanoWanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bernameya rêzekonserên xwe da dest pê kirin. Di roja ewil a rêzekonseran de Koma Aryen derket ser dikê stranên xwe ji bo guhdaran gotin.
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Komeleya Aryen Huner û ŞanoWanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameya rêzekonseran da dest pê kirin. Di çarçoveya bernameyê de Koma Aryen li eywana ŞanoWanê derket pêşberî guhdarên xwe. Konser rastî eleqeyeke mezin hat û coşeke mezin da guhdaran.
Di konsera ku bi beşdariya gelek welatiyan û hezkiriyên hunerê birêveçû, Koma Aryen bi stranên xwe yên Kurdî bal kişand ser girîngiya parastina çand û zimanê kurdî. Beşdarên konserê bi tilîlî û çepikên xwe hevkariya komê kirin û Cejna Zimanê Kurdî bi stranên resen pîroz kirin.
Di çarçoveya rêzekonseran de wê sibê Dîwana Dengbêjan bê danîn.















