Hevseroka PJAKê Peyman Viyan geşedanên li Îranê nirxand û da zanîn dibe ku li Îranê guherînên mezin çêbibin û got: “Ji ber vê yekê Kurd êdî naxwazin bibin qurbana kesî. Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin. Şer bibe an nebe, Îran êdî nikare bi vî rengî hebûna xwe bidomîne.”
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan derbarê rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û geşedanên li Îranê diqewimin de pirsên nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê, Adnan Bîlen bersivand.
Pirs û bersivên hevpeyvînê bi vî rengî ne:
“Mijarên mîna şer û paşeroja Îranê di serê mijarên ku raya giştî herî zêde pê re eleqedar dibe de ne. Hûn rewşa giştî ya Îranê û hedefgirtina wê ya ji aliyê hêzên hegemon ve çawa dinirxînin?
Dewleta Îranê 47 sal in zilmê li hemû gelan dike. Ev çend sal in bê rawestan gelê xwe darve dike, zilmê dike û wan dîl digire. Îran rejîmeke wiha ye ku dixwaze di her warî de gel bêdeng bike. Gel di 10 salên dawî de gelek caran ragihand ku ew vê rejîmê qebûl nake û li dijî wê têkoşiya. Ya ku rejîmê bêhêz kiriye, bêguman têkoşîn û berxwedana gel e. Gelan ji bo guherîna rejîmê têkoşîneke demokratîk da. Lê rejîmê guh neda vê daxwaza gel. Rejîm bi vê ve jî sînordar neman, xwest van daxwazan bi tundî bitepisîne. Ev rewş jî bû sedem ku rejîm were ber sînorê rizînê, rejîm parçe bû û di navbera gel û rejîmê de veqetîneke mezin derket holê. Ji ber vê yekê rejîm pir bêhêz bûye.
Îranê xwest hem ji aliyê siyasî hem jî leşkerî ve hêza xwe biparêze. Tevî xizaniya gel, hemû çavkanî ji bo qadên leşkerî xerc kirin. Her ku gel li dijî vê îtiraz kir û serî hilda, rastî zextên mezin hat. Di şerê ku qewimî de rejîm bû hedef. Rejîma ku şerên li herêmê gur dikir, vê carê bixwe bû hedefa şer. Diyar bû ku ev şer dê dest pê bike û Îranê bike hedef. Şer ne niha dest pê kir, şerê 12 rojan destpêka vê bû.
Armanca hêzên hegemonîk ew bû ku li rejîmê bixin, wê lawaz bikin û rejîmê teslîm bigirin. Rejîmê tevî vê yekê di polîtîkaya xwe de israr kir û xwest berxwedanên ku ji Tehranê dest pê kirin û heta Kurdistanê belav bûn bitepisîne. Rejîmê di dîroka xwe ya 47 salî de careke din komkujî kir. Baş dizane ku heke gel rabe ser piyan û serî hilde, nikare pêşiya wê bigire. Tiştê ku rejîmê xistiye rewşa herî bêhêz, serhildan û nerazîbûna gel e. Bi vê komkujiyê re aşkera bû ku êdî dawiya rejîmê hatiye.
Ma em dikarin bibêjin ku êdî rejîm nikare bi vî rengî berdewam bike?
Belê. Em êdî dizanin ku rejîm nikare bi vî rengî berdewam bike. Ji ber ku rejîma ku ji hundir ve rizî ye û nerazîbûnên gel lê xurt dibin, ji derve jî di bin êrişeke mezin de ye. Asta ku ev êriş gihîştinê bi du awayan dikare were nirxandin. Yekem: Hêzên derve dixwazin bi sepandina ambargoyeke mezin a siyasî û aborî, wê qels bikin. Duyem: Ji nû ve destpêkirina şer e. Îran hewl dide xwe ji derve re pir xurt nîşan bide, lê rejîm di rewşeke pir giran de ye. Îran dibêje ew ê teslîm nebe, lê bawer bikin teslîmnebûna rejîmê jî dê wan rizgar neke. Şer bibe an nebe, Îran êdî nikare bi vî rengî hebûna xwe bidomîne. Îran teslîm bibe jî pirsgirêka li hundir nayê çareserkirin. Li vir dê pirsgirêkên gel çawa werin çareserkirin. Heta rejîmeke bêhêz a di bin kontrola hêzên derve de be jî, nikare xwe bidomîne.
Şer bibe an nebe, Îran êdî nikare bi vî rengî hebûna xwe bidomîne. Gelên ku azadiyê dixwazin guherîna rejîmê dixwazin, dixwazin di pergaleke demokratîk de bijîn.
Bifikirin; tevî vê rewşê jî hêj di polîtîkaya darvekirinê de israr dikin. Îran şerê esasî di nav xwe de dide. Di vê pêvajoya muzakereyê de jî gelek ciwan darve kir. Gel çi qas bitepisînin jî, hêza ku dê vê rejîmê biguherîne hêza gelan e. Gelên azadîxwaz rejîmê naxwazin û dixwazin biguhere. Gel dixwaze di pergaleke demokratîk de bijî. Hêza gelê Îranê ji bo vê heye. Îradeya wê heye. Her ku welat ambargoyê didin ser rejîmê, jiyana gelan dijwartir dibe û dikevin nav krîzeke kûr.
Hûn dibêjin ku ne hêzên derve, lê nerazîbûna gel dê paşeroja rejîmê diyar bike?
Pêvajoya li pêşiya me dê bibe pêvajoyek ku çarenûsa gelan lê diyar dibe. Şer berdewam bike an neke, hebûna rejîmê ji bo gel qetlîam û zirar e. Gel êdî dixwaze pergala xwe bixwe ava bike. Gel dema bixwaze, xwedî wê hêz û îradeyê ye ku vê rejîmê biguherîne. Îran niha di aloziyê de ye û rewş di astekê de ye ku dikare guherîn-veguherînê pêk bîne. Ev zelal e ku hêza gel niha ew hêz e ku dê diyar bike bê ka dê çi bibe serê vê rejîmê. Qonaxa ku niha gihîştiyê, serdemek e ku gel dê çarenûsa xwe ragihîne.
Şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime bi giştî şerê bazirganî û enerjiyê ye. Ev şer ne niha dest pê kiriye û bi salan e tê zanîn ku dê ev şer çawa be. Êdî dixwazin ew dîzayna ku tê xwestin li Rojhilata Navîn pêk bînîn di demeke kurt de temam bikin. Hêzên navneteweyî dixwazin enerjî û petrolê bixin bin kontrola xwe. Dixwazin aboriyê bixin destê xwe û serdestiyeke tam ava bikin. Şerê li Îranê di heman demê de şerekî îdeolojîk e. Pêşî dixwazin hemû çavkaniyên enerjiyê yên Îranê bixin destê xwe, piştre jî rejîmê biguherînin. Der barê ku ev şer dê li kîjan derê bisekine de zelaliyek tune. Ne mîna Şerê 12 Rojan e, vê carê êdî dixwazin rewşê bi temamî zelal bikin. Di vê qonaxê de rewşek ku her du alî jî bibêjin “me qezenc kir” tune ye. Rewşek dê derkeve holê ku taktikên aborî, siyasî û civakî bikevin dewrê. An dê rejîmê bi temamî teslîm bigirin an jî wê hilweşînin. Wisa xuya dike ku rewşa li Îranê êdî dê zelal bibe.
Divê Îraneke demokratîk be. Welat êdî bi yekperestiyê nayê birêvebirin. Divê her kes bi nasnameya xwe bijî. Divê xalên hevpar ên ku gel lê yekreman in hebin.
Divê Îraneke demokratîk be. Divê her gel bigihîje astekê ku xwe bixwe birêve bibe. Welatekî pirzimanî û pirçandî di rojevê de ye. Welat êdî bi yekperestiyê nayê birêvebirin. Divê gel êdî bixwe biryar bide ka dê çawa were birêvebirin. Divê her kes bi nasnameya xwe bijî. Tu kes naxwaze Îran parçe bibe, lê divê rejîmek hebe ku tê de bi hev re bijîn. Bi salan e gel di bin navê yekperestiyê de tê fetisandin. Divê xalên hevpar ên gelan hebin. Divê rêveberiyeke demokratîk hebe ku her gel bikaribe xwe tê de îfade bike. Kurd bi salan e ji ber ku xwestine bi nasnameya xwe bijîn hatin darvekirin, rastî zext û zilma mezin hatin. Gel bi salan e bi hev re dijîn û divê bi vê rengîniya xwe bi hev re bijîn. Gel niha vê yekê daxwaz dike.

Ji destpêka şer ve çav li ser polîtîkaya Kurdan e. Stratejiya we ya çareseriyê ya ku we di destpêkê de ragihandibû, tevî şert û mercên guherbar hîn jî berdewam dike?
Helwest û sekna Kurdan a li dijî rejîmê bi salan e zelal e. Kurd bi salan e dibêjin ew vê rejîmê qebûl nakin û li dijî wê têdikoşin. Bi salan e ji bo hebûna Kurd a azad têkoşîn tê dayîn. Di serdema ‘Jin, jiyan, azadî’ de hemû cîhanê dît ku Kurd di nav çi helwestekê de ne. Pirsa ‘Kurd çima mudaxale nakin?’ di dema vê şerî de pir hat kirin. Niha plana hêzên ku mudaxaleyî Îranê dikin ne diyar e. Xem û derdekî tu kesî bi tiştên ku gel dijîn re tune ye. Sibê dikarin bi Îranê re bi vî rengî li hev jî bikin. Ji ber vê yekê Kurd êdî naxwazin bibin qurbana kesî. Kurd bi salan e li qadan têkoşînê didin û hîn jî li wan qadan têkoşîna azadiyê didomînin.
Niha li Îranê bi sedan ciwanên Kurd di zindanan de ne û bi darvekirinê re rû bi rû ne. Ev rewş bixwe nîşan dide ku Kurd çiqasî li qadan in û têkoşînê didin. Kurd garantiya siyasî û parastinê dixwazin. Heke Kurd niha li qadan bin, êdî ji bo xwe li qadan in. Hinek hêz hêvî dikin ku Kurd dê ji bo wan şer bikin, lê ne wisa ye. Kurd ji bo xwe şer dikin. Ev şer ne tenê leşkerî ye, di heman demê de siyasî û îdeolojîk e jî. Ji bo ku Kurd careke din bi qetlîamê re rû bi rû nemînin divê vê bikin. Kurd dikarin dîsa bi qetlîamê re rû bi rû bimînin.
Ji destpêka şer ve tê gotin ‘Kurd çima mudaxale nakin?’ Çima hêviyeke wiha tê avakirin?
Çima pirsa ‘Kurd çima mudaxale nakin?’ tê kirin; lewre hêza herî mezin a li erdnîgariya Îranê Kurd in. Hêza herî mezin a ku li dijî rejîmê îtiraz dike jî dîsa Kurd in. Ji ber ku Kurd rêxistinkirî û xurt in ev pirs tê kirin. Yên herî zêde li dijî vê rejîmê derdikevin Kurd in. Cihê ku berxwedan lê dest pê kirine Kurdistan e. Li Îranê rêxistinên Kurdan hene. Hêza jin û ciwanan a pir xurt heye. Ji ber vê yekê çavê her kesî li ser Kurdan e. Dizanin ku heke Kurd rabin ser pêyan, dikarin hinek guherînan pêk bînin. Kurd niha hem wekî gel hem jî wekî hêz li her derê ne.
Hêza herî mezin a ku li Îranê li dijî rejîmê derdikeve Kurd in. Ji ber vê yekê çavê her kesî li ser Kurdan e. Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin.
Dema wextê wê hat, bêguman dê çarenûsa xwe bixwe diyar bike. Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin. Ev pêvajo ji bo Kurdan pir hesas e. Rejîm niha rewşa xwe ya herî bêhêz dijî, tevî vê yekê li dijî Kurdan qetlîamek tê kirin. Kengî fersendê dibîne êrişî Kurdan dike. Em ê li gorî kesî çarenûs û paşeroja xwe diyar nekin. Divê ez vê bi zelalî bibêjim ku êdî gel di dema diyarkirina çarenûsa xwe de ye. Em bawer dikin ku dê guherînên mezin çêbibin, ji ber ku êdî tehamula gel nemaye.
Gelo helwest û biryarên PJAKê dikarin ku hevsengiyan biguherînin?
PJAK ev 22 sal in di nav gel de ye û pişta xwe ne daye dewletan, daye gel. PJAK li vir hêza herî aktîf e. Em bi salan e têkoşîneke mezin didin ku gel rêxistiniya xwe ava bike, xweparastina xwe pêş bixe û biryarên xwe bixwe bide. Em ne hêzeke ku îro derketiye holê ne. Em ne hêzeke ku di vî şerî de derketiye holê ne. Kadroyên me yên girîng niha li Îranê di girtîgehan de ne. Bi salan e kadroyên me bi destê Îranê hatin terorîzekirin û darvekirin. Her sal li wir şehîdên me çêbûn. Ev rewş nîşan dide ku PJAK bi gelê xwe re ye. Gel paşeroja xwe di PJAKê de dibîne. Em hebûna xwe di hebûna gelê xwe de dibînin. Ji ber vê yekê çavê her kesî niha li ser PJAKê ye. Ji ber ku em rêxistinkirî û xurt in. Em ne tenê di warê leşkerî de, di heman demê de di warê siyasî û civakî de jî xwedî proje û plan in. Em ne tenê ji bo parastina gelê xwe, di heman demê de ji bo mîsogerkirina azadiya wan û rêxistinkirina wan têdikoşin. Bi salan e me di her şert û mercî de gelê xwe parast û ji bo parastina wan têkoşiyan. PJAK di vê pêvajoyê pir xurt e.
Em amade ne ku gelê xwe biparêzin û amadekariyên me yên bi vî rengî bi awayekî pir xurt berdewam dikin. Divê gelê me jî ji bo berxwedana mezin a ku dê di pêvajoya pêş de derkeve holê, xwe amade bike. Berxwedana gelê Kurd dikare ji bo berxwedana gelên Rojhilata Navîn û gelên Îranê bibe zemînek pir girîng. Em jî wekî hêz di nav amadekariyên pir girîng de ne. Em bang li yên ku her tim dibêjin “PJAK çima mudaxale nake?” dikin. Em bi salan e li Îranê têdikoşin. Bila gelê me bawer be, em ê tu carî rê nedin ku gelê me careke din bi qetlîaman re rû bi rû bimîne.
Serokê DYAyê Donald Trump gelek caran îdiaya “Me çek dan Kurdan lê ji bo xwe hilanîn” tîne ziman. Gelo ev îdia rast e?
Me ji tu kesî çek negirtine. Hêza me gelê me ye û em bi gelê xwe bawer in. Şer bibe an nebe, em ê rewşa gelê xwe li Îranê zelal bikin. Ew çekên ku behsa wan tê kirin me negirtine û em nizanin kê girtine. Me çek negirtine û em li ser vê yekê bersiveke zelal didin.
Gelo di vê pêvajoya şer de tu diyalog an hevdîtineke we bi Îranê an welatên din re çêbûye?
Divê her kes Kurdan hesab bike. Her kes hêza Kurdan dizane û dizane ku hêza esasî ew in. Dizane ku di şerê Îranê yê ku niha didome de hêz û tevgera sereke Kurd in. Ji bo vê divê her kes vê hesabê bike. Ji bo diyaloga siyasî deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Ji bo diyalogê pîvan û prensîbên me yên azadiya gelan hene. Em bi her kesê ku têkoşîna me nas dike, dixwaze nas bike, azadî û nasnameya Kurdan nas dike re di nav danûstandina fikrî de ne. Di vê pêvajoyê de her kes dixwaze bi PJAKê re diyalogekê deyne. Bêguman diyalog çêdibin. Her kes li ser PJAKê hesaban dike, ji ber ku hêza me dibînin. Her kes dixwaze bi yê xurt re diyalogê deyne. Ji ber ku em li Rojhilata Navîn hêzeke girîng û esas in, bêguman ev diyalog çêdibin.
Di demeke nêz de di navbera rêxistinên Kurd de îtifaqek hat ragihandin. Ev çawa derket holê û niha di kîjan astê de ye?
Tifaqekê ji aliyê partiyên Kurd ve li Rojhilata Navîn bû rewşeke nû û dîrokî. Yekitiya siyasî û civakî di vê erdnîgariyê de rewşeke pir stratejîk e. Ev rewş ji bo yekitiya neteweyî ya Kurdan pir girîng e. Em ji vê re dibêjin yekitiya demokratîk. Bû tifaqek wisa ku her kes bikaribe bi reng û fikrê xwe tê de cih bigire. Ev bû moralek mezin. Bi salan e di navbera hêzên Kurd de şer çêbûn û fersendên ku ketin destê wan ji dest dan. Gelê me di vî warî de pir daxwaz kir û em jî bi avakirina vê tifaqê bûn bersiva van daxwazan. Em dixwazin vê hevpeymanê hîn bêtir pêş bixin. Ne tenê ji aliyê siyasî ve, di mijarên ku çarenûsa gel diyar dikin de divê ev rewş berdewam bike. Kêmasî hene lê em hewl didin van kêmasiyan ji holê rakin. Ev ne taktîkî, stratejîk e.
Li Tirkiyeyê ji 27ê Sibata 2025an û vir ve Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome. Lê belê dewletê tu gavên girêdayî pêvajoyê neavêtin. Tê gotin ku rewşa li wir bi vê rewşê re têkildar e. Daxuyaniyên rayedarên hukûmetê yên mîna “Çavê me li ser PJAKê ye” jî çêbûn. Hûn vê rewşê û van daxuyaniyan çawa dinirxînin?
Çarenûsa Kurdan di kîjan parçeyî de be, bandorê li parçeyên din jî dike. Her kesî paşeroja xwe di Rojava de didît, gava ew êriş çêbûn her kes rabû ser pêyan. Serkeftina her parçeyî jî, kêmasî û pirsgirêka wê jî rasterast bandorê li aliyê din dike. Li Rojhilat statuya Kurdan û geşedan rasterast bandorê li parçeyên din dike. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê diwam dike, ji bo dewletê fersendeke mezin e ku xwe ji krîzên aborî û krîzên din rizgar bike. Dema em li kodên dewletê dinêrin, polîtîkayeke wê heye ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava dike. Êdî ne serdemek wisa ye ku dewlet karibe xwe li ser tunebûna Kurdan ava bike. Tirkiye Kurdê azad naxwaze. Ji ber ku dizane li ku derê Kurdekî azad hebe, bandorê li yê din dike. Mudaxalekirina me ya li Rojhilat çima Tirkiyeyê ewqasî eleqedar dike? PJAK, hêzek e ku ji bo gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşe û wan diparêze. Heta îro tu mudaxaleyeke wê li hemberî Tirkiyeyê çênebûye. Niha çavên xwe berdane ser tiştên ku em ê bikin. Kurd dê li her derê statuya xwe bi dest bixin û bi gelan re bijîn. Tirkiye nikare biryarê bide ka Kurd dê bi kê re bijîn. Kurd vê mudaxaleyê qebûl nakin û Kurd dê çarenûsa xwe ji nû ve binivîsin.
Li gorî van geşedanan peyameke we ji bo raya giştî heye?
Gelê me xwe ji bo guherîna mezin amade dike. Ji ber ku guherînên mezin gel dikarin bikin. Civîna gelan û tevgerîna wan a bi hev re dikare vê rejîmê carekê de hilweşîne. Divê di warê siyasî, civakî û xweparastinê de xwe rêxistin bikin. Divê her kes zanibe ka dê parastina xwe çawa bike. Çav û dilê hemû Kurdan û her kesî li ser vir e. Ji ber vê yekê di her qadê de piştgiriya Rojhilat, dayîna moralê, parastin û piştgiriya manewî bidomînin. Vê carê em ê çarenûsa xwe, siyaseta xwe diyar bikin û em ê bi nasnameya xwe ya Kurd a azad Îraneke demokratîk ava bikin. Em bi vê bawer dikin û ji bo vê têkoşînê didin. Ev roj mizgîniya rojên azad in. Bi vê baweriyê em ê rêxistinkirina xwe û ya gelê xwe bidomînin.”













