Wan – Nivîskar û mamoste Nezîr Ocek rewşa zimanê Kurdî û saziyên Kurdan nirxand û got: “Yek ji mercê herî girîng yê ku neteweyan dike netewe ziman e. Ji ber ku ziman her miletî ji hevdu cuda dike. Miletekî ku zimanê xwe winda bike neteweya xwe û kesayeta xwe jî winda dike.”
Ziman yek ji hêmana herî girîng a gel û neteweyan e; sembola çand, dîrok, nasname û hebûna gelan e. Dîrok, bîr û çanda miletan ya bi hezaran salan veduguhezîne nifşên nû. Hêlîna fikir û ramanê mirovan e. Zimanê Kurdî jî yek ji zimanê herî qedîm û dewlemend yê mirovahiyê ye. Lê mixabin bi sedan salan e zimanê Kurdî li ser axa Kurdistanê ji hêla dewletên serwer ve tê qedexekirin û bişaftin. Gelê Kurd ji bo ku hebûna xwe biparêze bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşe.
Mîr Celadet Elî Bedirxan û komek hevalên xwe, wek Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrîcan, Nûredîn Zaza û hwd. di 15 Gulana 1932yan de Kovara Hawarê li Şamê bi tîpên latînî derdixin. Bi vê munasebeta 15ê Gulanê di sala 2006an de bi biryara Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin. Ji wê rojê ve 15ê Gulanê bi çalakiyên cur bi cur ji aliyê gelê Kurd ve tê pîrozkirin. Gelê Kurd îsal jî ev hefteyeke li gelek bajar û navçeyan 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike û daxwaza statuya Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê dike.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî lêkolîner û mamosteyê zimanê Kurdî Nezîr Ocek, etîmolijî, dîroka zimanê Kurdî û rewşa saziyên Kurdî nirxand.
‘Ji bo ku mirov miletekî nas bike divê mirov zimanê wî miletî nas bike’
Nivîskar Nezîr Ocek destpêkê Cejna Zimanê Kurdî li hemû zimanhezan û gelê Kurd pîroz kir û got: “Ji bo ku mirov miletekî nas bike divê mirov zimanê wî miletî nas bike û etîmolîjiya peyvan binêre. Mînak Sumeran ji Xwedayê ku rizq dide re gotine ‘Aşda’. Aş tê wateya xwerek-xwarin; da jî yê ku dide. Ev navdêr û lêker tên ba hev, di wateya Xweda anku Yezdanê ku riziq dide.” Nezîr Ocak di berdewama axaftina xwe da da zanin ku koka peyvan dîroka miletan nîşan dide û wiha pê de çû: “Ku mirov koka peyvan, etîmolojiya peyvan derxe holê mirovê bibîne ka ew gelê ku bi vî zimanî axiviye çiqas gelekî dêrîn û qedîm e.”
‘Ziman neteweyekê dike netewe’
Nezîr Ocek rola ziman a di pêkanîna civakbûnê de jî nirxand û wiha got: “Ziman di aliyê civakbûnê de di 3 vedoran de tê nirxandin. Ya 1em ku hemû însan yekzimanî bûne û dest bi axaftinê kirin, mirov ji sewalên din cudatir kirine. Ya 2yem dema mirov ref bi ref li cîhanê belav bûne li gor xwezeya wê derê zimanek afirandine. Ev jî tê wê wateyê ku ziman milet ji hevdu cudakirine. Yanî her ziman xwedî taybetmendiyên cuda ne û wî miletî ji miletên din cuda dike. Vedora 3yemîn pêvajoya Şoreşa Fransayê ye. di vê vedorê de zimanan netewe afirandine. Yek ji mercê herî girîng yê kû neteweyan dike netewe ziman e. Ji ber ku ziman her miletî ji hevdu cuda dike. Miletekî ku zimanê xwe winda bike neteweya xwe û kesayeta xwe jî winda dike.”
‘Divê hêzek siyasî ji bo ziman rabe’
Nezîr Ocek îşaret bi rewşa xeternak ya zimanê Kurdî ya îroyîn kir û axftina xwe wiha domand: “Asta zimanê Kurdî niha pirr kêm bûye. Ji ber ku zarokên Kurdan niha di kolanan de bi zimanê biyaniyan diaxivin. Ev jî tê wê wateyê ku zimanê me roj bi roj xwînê winda dike. Ji bo ku ev ziman nemire, dîsa pêşve biçe di destpêkê de divê hêzeke siyasî hebe ku ziman biparêze. Budçeyeke pêwîst ji bo ziman cuda bike, zimanzanan fînanse bike da ku zimanzan jî bikaribin xebatên xwe bimeşînin.”
‘Şaredariyên me heta niha pirtûkeke Kurdî ji bo zarokên Kurdan çap nekirine’
Nezîr Ocek saziyên Kurdî jî rexne kir û diyar kir ku saziyên Kurdan bi awayekî îdeolojîk nêzî ziman nabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di mêjiyê saziyên me Kurdan de bîrdoza ziman û çandê nîn e. Dema dibin desthilatdar jî dîsa jî bi azimanê xwe naaxivin. Di civînên xwe de zimanê biyanî bikar tînin. Desthilatdar jî vê rewşê dişopînin, rapor dikin û li gor wê tevdigerin. Gelê me ji bo hin nirxan dengê xwe didin şaredariyên me. Ew kesên ku dibine desthilatdarên şaredariyan di vê di destpêka her tiştî de ji çand û zimanê Kurdî xwedî derkevin. Şaredariyên me heta niha pirtûkeke Kurdî ji bo zarokên Kurdan çap nekirine. Divê ku girîngiyê bidin van tiştan. Lê mixabin şaredariyên me heta niha ev tişta nekirine. Ev jî cihê xemgîniyê ye. Divê îro şûn ve kesên ku bibin şaredar an jî wekîlê vî gelî, sertîfîkaya wan ya Kurdî hebe. Ew kes di hemû civînên xwe de, di nav gelê xwe de bi zimanê gelê xwe biaxive ku baweriya gelê wan jî bi wan were.”













