Colemêrg – Dîmenên li ÎŞKUR û Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Colemêrgê derketine holê, eşkere kir ku AKP Colemêrgê kiriye bajarê gendeliyan.
Li gorî daneyên ku Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) eşkere kiriye, Colemêrg di bêkariyê de bi rêjeya ji sedî 13,8an di rêza yekem a bê kar de cîh girt. Li bajêr rêjeya îstihdamê wekî ji sedî 32,9, rêjeya beşdariya hêza kar jî wekî ji sedî 38,1an hat qeydkirin. Bi taybetî bêkariya ku di nav ciwanan de mezin dibe koçberiyê kûrtir dike û bi hezaran kes ji ber kêmbûna derfetên debara jiyanê, berê xwe didin metropolan an jî karkeriya demsalî. Colemêrgiyên li bajêr dimînin jî neçar têne hiştin ku di karên bi mûçeyên kêm, bêewlehî û demkî de bixebitin. Kêmbûna beşdariya jinan a di qada hilberînê jî nîşan dide ku krîza aborî û bêkarî jiyana rojane ya li Colemêrgê her roj girantir dike. Valakirina gundan, koçkirina nifûsa ciwan a ji bajêr û nexuyabûna keda jinê, sedemên sereke yên kûrbûna xizaniyê tên nîşandan.
Di girtina kar de gendeliya ÎŞKURê
Li bajarê ku bêkarî di asta herî jor de ye nîqaşên gendeliyê yên AKPa Şemzînanê yên têkildarî girtina personelan a Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) hêj jî di rojevê de ye. Piştî îdiayên ku di girtina karkeran a bi rêya ÎŞKUR de gendelî hatiye kirin, rêxistinên AKPê di 28ê nîsanê de hate betalkirin û ji erkê hatin girtin. Di dîmenên civînê yên ku di raya giştî de hatine parvekirin, îfadeyên derbarê girtina karkeran a li ser bingeha endamtiya AKPê û têkiliyên di navbera siyasetmedaran cih girtin. Di qeydên civînê de derket holê ku hin rêveberan gotine ku di girtina karkeran de “yên ked dane partiyê” û kesên ku dengê xwe dane AKPê esas hatine girtin. Di nîqaşan de xuya dike ku têkiliyên di serdemên hilbijartinê de hatine avakirin di mijara girtina kar de jî tên domandin.
Xizmên rêveberên AKPê tên girtin
Li aliyê din, li Colemêrgê di girtina karkeran a ÎŞKUR û Waqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî (Sosyal Yardımlaşma ve Dayanışma Vakfı – SYDV) de, belgeyên têkildarî hebûna xizmên rêveberên AKPê jî berçav digirin jî derketin holê. Di belgeyan de hat dîtin ku kesên ku têkiliyên xizimtiya wan bi rêveberên Şaxa Jinan a AKPê re hene ji bo kar hatine girtin. Li kêleka hin navan nîşeyên wekî “birayê seroka şaxa jinan”, “xwesûya wê” û “xizmê wê” hatine nivîsandin.
Jineke 60 salî wekî karker hat girtin
Di lîsteyan de tê dîtin ku ji heman malbatê ji yekê zêdetir kes di ÎŞKURê cih girtine û hat angaştkirin ku xwesûya rêvebera Şaxa Jinan a AKPê ya ku temenê wê derdora 60an e jî weke karker ji ÎŞKURê wek karker hatiye girtin. Her wiha di belgeyan de hat angaştkirin ku hinek kes tevî ku di malên wan de xebatkarên bi sîgorte û teqawîtbûyî hene jî, di çarçoveya “kesên hewcedar” de ketine kar.
Li Colemêrgê newekheviya civakî
Li bajêr, angaştên parvekirina çavkaniyên dewletê yên di saziyên cemaweriyê de, nîqaşên newekheviya aborî ya li Colemêrgê, ku bêkarî û xizanî lê kûr bûye, ji nû ve anî rojevê. Welatî diyar dikin ku dabeşkirina çavkaniyên giştî yênli bajêr li gorî têkiliyên malbatî, siyasî, berjewendiyan pêk tê û ev yek jî dibe sedem ku li bajêr hejmara bêkarran zêde dibe.




















