• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

Amed / AW

13 GULAN 2026 - 14:23
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Şaredariya Sûrê dê di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di 18 û 19ê Gulanê de, bi tevlibûna çîrokbêj Ayhan Erkmen helbestkar Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî “Şeva Çîrok û Helbestan” li dar dixe.

Bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Yek ji van cihan jî navçeya Sûrê ya Amedê ye.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen dê çîroka Hawarê vebêje

Şaredariya Sûrê bi armanca pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî û geşkirina çanda Kurdî, bi navê “Şeva Çîrok û Helbestan” rêzeçalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de çîrokbêj Ayhan Erkmen dê di 18ê Gulanê saet di 18:00an de li Qesra Cemîl Paşa bi performansa xwe ya bi navê “Hawarê” derkeve ser dikê. Şaredarî bi vê bernameyê hewl dide ku çand û wêjeya Kurdî bîne cem hev û dewlemendiya zimanê Kurdî bi rêya çîrokan bi bîr bîne.

Şeva Helbestan

Şaredarî dê di 19ê Gulanê saet di 19:00an de jî “Şeva Helbestan” li dar bixe. Di vê çarçoveyê de bi moderatoriya Laleş Bîçîmliyê wê helbestkar Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî helbestên xwe bixwînin.

Banga tevlibûnê

Şaredariyê wiha banga tevlibûnê kir: “Em ê bi beşdarbûna we kêfxweş û dilşad bibin da ku em bi hev re dilê xwe bi peşkekê ji kaniya dewlemendiya çand û wêjeya xwe hênik bikin.”

Etîket: 15ê Gulanê Cejna Zimanê KurdîAyhan Erkmençîrokên Kurdîhelbestên KurdîSaredariya Sure
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

26 HEZÎRAN 2026
Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

1 HEZÎRAN 2026
Mîkaîl Aslan dê li Amedê konserê li dar bixe

Mîkaîl Aslan dê li Amedê konserê li dar bixe

26 GULAN 2026
ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

23 GULAN 2026
Hawar a Celadet Elî Bedîrxan li kolanên Sûrê olan da

Hawar a Celadet Elî Bedîrxan li kolanên Sûrê olan da

18 GULAN 2026
‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

‘Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê mafekî neteweyî ye’

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (807)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne