MEBYA-DERa Amedê di çarçoveya bernameyên bîranînê yên meha Gulanê de li navçeya Lîcê serdana goristanan kir.
MEBYA-DERa Amedê ji destpêka meha Gulanê ve li navçeyên Amedê rêzeçalakiyan li dar dixe. Komeleyê berî Lîceyê; li Pîran û Erganiyê bernameyên sînevîzyonê pêk anîbûn û li Pasûrê jî serdana goristana ku 90 gorên bêkesan lê hene kiribû. Ev serdan hemû di çarçoveya xwedîderketina li bîranîna Meha Gulanê û parastina mafên malbatên cangoriyan de têne kirin.
Endam û rêveberên komeleyê û malbatên cangoriyan, serdana Goristanên Kaniya Spî, Yatilî û Xincisê yên Licê kirin. Li Kaniya Spî 22, li Yatiliyê 36 û li Xincisê 9 bi giştî gorên 67 cangoriyan hatin ziyaretkirin û ji bo bîranîna wan deqîqeyek rêz hate girtin. Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz li ser goran axivî û destnîşan kir ku parastin, bîranîn û mîrateya cangoriyan peywira wan a herî sereke ye.







