Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, têkildarî rewşa Kurdî ji 5 wezaretan re pêşniyazpirs şand.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, ji Wezareta Perwerdehiyê, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê xwest ku pirsên derbarê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bibersivînin.
Sabahat Erdogan Saritaş, di pêşniyazpirsan de ji her wezaretê yek bi yek pirsên têkildarî astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî , kêmasî , divê çi bê kirin, çi hatiye kirin û hwd. pirsîn.













