Li navenda Şirmexê di 11ê Hezîrana 2025an Yusuf Acar ê 4 zarokan tacîz kiribû, hatibû girtin. Derket holê ku Acar 12 zarok tacîz kirine.
Derbarê Yusuf Acar de li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê doz hate vekirin. 5emîn danişîna dozê îro li heman dadgehê hat lidarxistin. Dozger mutalaya xwe diyar kir û xwest tacîzkar Yusuf Acar ji tacîzkirina zarokan were cezakirin. Heyeta dadgehê danişîn taloqî 17ê Hezîranê kir.













