Li Wanê di roja 5emîn a çalakiya vedana “Konên Zimanê Kurdî” de bi tevlibûna Serdar Şîrnas gotûbêja “Dengbêjî û Şakiro” hat lidarxistin.
Çalakiya vedana “Konên Zimanê Kurdî” ya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ya ku di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de tê lidarxistin, li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja 5emîn de berdewam kir. Îro jî Serdar Şîrnas qala dengbêjî jiyana dengbêj Şakiro kir. Gelek welatî tev li bernameyê bûn û jiyana Şakiro guhdarî kirin.
Serdar Şîrnas di bernameyê de behsa çanda dengbêjiyê û jiyana Dengbêj Şakiro kir. Serdar Şîrnas da zanîn ku Şakiro li Qereyaziyê navçeya Erziromê, li ba Bedîhê Kor hînî dengbêjiyê dibe û got: “Bedîh jî dengbêjê Abdûlmecîd Beg e. Şaikro piştî ku di dengbêjiyê de bi nav û deng dibe, ji aliyê her kesî ve tê nasîn, hunermend Ruhî Su jê daxwaz dike ku bi hev re qasetekî derbixin. Şakiro vê daxwaza wî qebûl dike lê wê demê nexweş e. Dibêje piştî ku ez baş bûm em pêk bînin. Lê ji ber nexweşiya Şakiro ev yek pêk nayê.”
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.
















