• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Gelê Kurd wê li ber qeyûman serî netewîne’

Sêrt / AW

30 ÇILE 2025 - 16:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xelkê Sêrtê û siyasetmedarên xwe li dijî tayînkirina qeyûm hêrsa xwe nişan didin. Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan diyar kir ku tayînkirina qeyûm durûtî ye û gelê Kurd li ber qeyûman wê serî netewîne.

Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk 29ê Çile qeyûm tayinî şeredariya Sêrtê ya DEM Partî kir. Piştî qeyûm tayinî şeredariyê kir, hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji pêywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya pêywîrdar kirin. Piştî tayînkirina qeyûm gelê Sêrtê ji duh ve li pêşiya şeredariyê qeyûm protesto dikin. Protestoya li dijî tayinkirina qeyûm di roja 2an de berdewam dike.

Polîsan derdora Şerdariyê dorpêç kirin e û nahêlin ku gel nêzî avahiya şeredariyê bibe. Girseyê bertek nîşanî dorpêçê dan û di navbera polîs û girseyê de gengaşî çêbû. Girsêya bi gerandina govendê, stranan û dirûşman hêrsa xwe nîşanî dorpêça polîsan û qeyûm dan. Piştî demekê polîs neçar man ku dorpêçê rakin. Bi rakirina dorpêçê re girse bi dirûşmeyan hatin ber şeredariyê û li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseyê li vir bi stran û dirûşmeyan çalakiya xwe domandin. Hevşredarên Sêrtê Sofya Alagaş, Mehmet Kaysi û parlamenterên DEM Partî li ber şeredariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” û “Em ê li dijî desteserkirina îradeyê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin vekirin.

Destpêkê Hevserokê DEM Partiya Sêrtê Eşref Tekîn axivî û bi xêrhatina gel kir.

‘Em ê xwedî li şaredariya xwe û vîna xwe derbikevin’

Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan axivî û wiha bertek nîşanî tayîkirina qeyûm da: “Em dibêjin ev dagirkerî ye. Hûn ala xwe jî daliqînin nikarin şerma xwe vêşerin. Hûn çi dikin bikin ev gel danîna qeyûm qebûl nake. Hûn sed carî qeyûm tayîn bikin jî nikarin bi ser bikevin. Ji aliyekî ve dibêjin aştî ji aliyê din ve jî qeyûm tayîn dikin. Ev durûtî ye. Gelê me li dijî vê yekê serî natewîne. Dûh çawa serî netewand îro jî natewîne. Ji bo wê jî çiqas qeyûm tayîn bikin jî gel qebûl nake. Heke hûn bibêjin em ê bi gelê Kurd re hevdîtinê bikin, navnîşan diyar e; navnîşan birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo ev firseta dawî winda nebe divê vê pêvajoyê aştiyê pêk were. Îro şûn ve jî em ê xwedî li şeredariya xwe derbikevin û vê qebûl nakin. Banga me li gelê Sêrtê ev e; xwedî li şeredariya xwe û vîna xwe derbikevin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bi bîr xist ku vîna gelê Sêrtê cara sêyemîn e tê desteserkirin û nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm da.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.

Etîket: DEM PartîQeyûmŞaredariya Sêrtêsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê karker vexwendin pîrozbahiyên 1ê Gulanê

DEM Partiyê karker vexwendin pîrozbahiyên 1ê Gulanê

30 NÎSAN 2026
Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

29 NÎSAN 2026
Li Sêrtê banga 1ê Gulanê: Em bibin yek û li ber zextan rabin

Li Sêrtê banga 1ê Gulanê: Em bibin yek û li ber zextan rabin

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

27 NÎSAN 2026
DEM Partî şahiya karkeran li dar xist

DEM Partî şahiya karkeran li dar xist

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (6)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne