Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di meşa “Gavek ji bo Aştiye” de axivî bertek nîşanî gavneavetina dewletê da û got: “Aştî karekî bi rûmet e. Karekî rûmet hewceyî bi gavên wêrekî heye.”
DEM Partî di çerçoveya kampanyaya “Gavek ji bo Aştiyê” de bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li Rêya Yuksel a navçeya Çankaya ya Enqereyê meşek li dar xist. Endam û nûnerên partî û saziyên demokratik û parlamenterên DEM Partiyê jî tevlî meşê bûn. Girseya ku li ser rê kombûn xwestin bimeşin meclisê. Girseya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê jî di nav de bû demekê dirêj ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girse demekê dirêj bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî astengiyê dan û daxwaza aştiyê anîn ziman. Piştî berteka girseyê destûr hat dayin ku girse bimeşe Rêya Sakaryayê.
Girseya ku Tuncer Bakirhan û Dayikên Aştiyê li pêş bûn bi pankarta li ser, “Gavek ji bo aştiyê” dinivisî ber bi Rêya Sakaryayê dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Bê ziman aştî nabe” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin. Girseyê li Rêya Sakaryayê daxuyanî da.
‘Li aliyekî aştî li aliyê din astengî nabe’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî astengiya polîsan da û got ku ji aliyekî ve aştî ji aliyekî ve astengî nabe û ew xizmetî pêvajoyê nake. Tuncer Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Bi banga birêz Ocalan gavên yekalî yên dîrokî hatin avêtin. Geşedanên mezin pêkhatin. Lê tevî ve yekê jî hê ji aliyê desthilatê vê gavên şênber nehatine avêtin. Em jî ji bo girtiyên siyasî, qeyim, demokrasî û azadî pêk were divê gavan bavêjin. Aştî pîvanê dixwaze. Ji aliyekî ve muzakereyê bikin û ji aliyekî ve nehêlin em du gavan bimeşin wisa nabe. Ji bo aştî pêk were em dimeşin. Ji bo aştiyê çi pêwist be divê ew be kirin. Aştî dirêjkirina gavan qebûl nake.”
‘Em ê li her derê dengê aştiyê bilind bikin’
Di berdewama axaftina xwe de Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ew ê ji bo aştiyê li her derê dengê xwe bilind bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li her derê geriyan ji ber ku baweriya me bi aştiyê heye. Aştî tê wateya wekhevî, demokrasî û mafê kedê. Aştî karekî bi rûmet e. Karekî rûmet hewceyî bi gavên wêrek heye. Komîsyona meclisê rapora xwe aşkera kir. Di raporê de bi awayekî şênber hatiye gotin ku divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk werin û girtiyên siyasî bên berdan. Me xwest bila şert û mercên birêz Ocalan bên baş kirin. Sepana qeyiman bi dawî bibe. Lê hê jî me asteng dikin ew xizmeta pêvajoyê nake. Aştî mafê hemû welatiyan e. Bi aştiyê hemû kes dikare bi aramî bijî. Ji bo meclis gav bavêje qanûnan derbixînê em dimeşin. Ji bo hemû welatiyan dimeşin. Em ê dengê aştiyê bi kesên sosyalîst, demokrat û jinan bilindtir bikin. Em ê ji niha şûn ve jî dengê xwe bilind bikin û qadan tijî bikin. Em ê dengê aştiyê bilind bikin. Em spasiya hemû kesên ji bo aştiyê meşiyan dikin.”
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

















