Rêxistina DEM Partiyê Stenbolê bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” meşek li dar xist û gotin: “Pradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne vî welatî.” Li Îzmîrê jî bang li desthilatdariyê hat kirin ku îradeya gel bibîne û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.
Gelek bajarên li Kurdistan û Tirkiyeyê di dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” hat lidarxistin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya DEM Partiyê meşek hate lidarxistin. Gel li Peykera Bogayê ya navçeya Kadikoyê kom bûn û heta Îskeleya Kadikoyê meşiyan. Di meşê de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. Hevserokên DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên HDK û DBPê, Dayikên Aştiyê, ciwanên DEM Partî û HDKê, aktivîstên TJAyê, partiyên siyasî û gelek kes tev li meşê bû. Di meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û pankarta “Gavek ji bo aştiyê” hate vekirin.
‘Pradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne vî welatî’
Gel piştî gihişt îskeleyê axaftin hate kirin. Li vir ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û got: “Gel ji bo aştiyê li vir e. Di meşê de polîs dibêje dirûşmeya ‘Bijî Serok APO’ berz nekin. Hûn nikarin dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bêdeng bikin. Pradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dê aştiyê bîne vî welatî. Îro statuya birêz Abdullah Ocalan nayê diyar kirin, em ê ji bo statuya birêz Abdullah Ocalan û aştiyê herdem li qadan bin.”
Piştre daxuyanî hate xwendin, daxuyanî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz ve hate xwendin.
‘Armanca desthilatdariyê sekinandin û derengxistina pêvajoyê ye’
Çetîn Yildiz diyar kir ku bi ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê re tam 15 meh derbas bûn û got: “Ev banga ku hem di asta herêmî hem jî di asta gerdûnî de dengekî mezin veda, ji bo çareseriya meseleya Kurd a ku sedsalekê li dû xwe hiştiye û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, di serî de bi gelê Kurd re û di nav hemû gelên Tirkiyeyê de hêviyeke mezin. Di vê pêvajoyê de bi aqil û vîneke hevpar ku tenê partiyeke siyasî tê de cih negirt, Komîsyona Meclisê hat avakirin. Vê komîsyonê guhdariya gelek dînamîkên civakî kir û raporek amade kir. Lê belê di vê pêvajoya 15 mehî de ji bilî rapora vê komîsyonê tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Girtiyên nexweş û siyasî hîn jî di girtîgehê de ne, derbarê qanûnên azadiyê de gotineke zelal hîna jî nehatiye kirin, rejîma qeyûman hîn jî li ser kar e, statuya muzakerevanê sereke Birêz Abdullah Ocalan hîn negihîştiye çarçoveyeke qanûnî. Desthilatdariya siyasî pratîkekê nîşan dide ku armanca wê sekinandin û derengxistina pêvajoyê ye.”
‘Pêvajo, pêvajoya avakirin û bidestxistina jiyana azad, wekhev û demokratîk e’
Çetîn Yildiz destnîşan kir ku kedkar, karker, bêkar û hemû bindest aştiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Hêz, vîn û baweriya me heye ku em aştiyê û komara demokratîk ava bikin. Em ê tu carî dest ji daxwaza aştiyê, ji têkoşîna ji bo aştiyê û ji mezinkirina vê zemînê bernedin. Em ji bo aştiyê, ji bo komareke demokratîk, ji bo wekhevî û azadiyê bi biryar in. Di sedsala duyemîn a Komarê de, em ê vîna gelan a jiyana hevpar, wekhev û azad bi aştiyê tacîdar bikin. Ji bo vê armancê em ê kêliyekê jî ji têkoşînê dûr nekevin. Lê belê ji bo ku sedsaleke din neyê windakirin, ji bo îro û siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e ku desthilatdariya siyasî gavên şênber û pratîkî biavêje.Em ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bang li desthilatdariya siyasî dikin; guh bidin vê vîna aştiyê ya ku li qadan û li kolanan diherike. Berpirsyariyê bigirin ser xwe. Ji bo aştiyê gavê biavêjin. Ji ber ku aştî mîna bêhna ku em niha distînin hewcedariyek e. Dem dema wê ye ku bi rêziknameyên qanûnî yên berfireh rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin. Pêvajo, pêvajoya avakirin û bidestxistina jiyana azad, wekhev û demokratîk e.”
ÎZMÎR
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, bi daxwaza naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên ber bi çav, bi dirûşma “Gavek ji bo aşitiyê” meşek li dar xist. Di meşa ku ji Qada Cumhûriyetê ber bi Qada Gûndogduyê ve hat kirin de, pankarta bi nivîsa “Gavek ji bo aşitîyê” hat hilgirtin û dirûşmên “Avakarê aşitiyê li Îmraliyp ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Dev ji mijûlkirinê berdin gavan bavêjin” hatin berzkirin. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan ve hat xwendin.
‘Îradeyeke rastîn a demokratîkbûnê nehat nîşandan’
Fulya Erdogan anî ziman ku aştî tenê ne bêdengbûna çekan e û bi bîr xist ku di ser banga Aşitî û Civaka Demokratîk a ku Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kiribû re tam 15 meh derbas bûn û got: “Ev bang ne tenê di nav gelê Kurd de; di nav hemû beşên ku li Tirkiyeyê hêviya demokrasî, azadî û jiyana hevpar dikin de bersiveke xurt dît. Ji ber ku ev bang, bangeke dîrokî bû ku çareseriya demokratîk a pirsgrêka Kurd a ku zêdetirî sedsalekê ye bêçareserî hatibû hiştin, jiyana wekhev a gelan û demokratîkbûna Tirkiyeyê esas digirt. Lêbelê di pêvajoya 15 mehên derbasbûyî de hîn jî gavên demokratîk ên berbiçav ku bersivê bidin bendewariyên civakê nehatine avêtin. Komîsyona ku di bin banê Meclîsê de hatibû avakirin bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin kirin û rapor hatin amadekirin. Lê belê ji raporan wêdetir, îradeyeke rastîn a demokratîkbûnê nehat nîşandan.”
‘Ev mesele, meseleya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye’
Fulya Erdogan diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatine rakirin û got: “Lê civak amade ye, gel amade ye. Jin, ciwan amade ne. Bi mîlyonan kesên ku bi salan e berdêla aşitiyê didin, êdî dixwazin gavên berbiçav bibînin. Ji ber ku dem; ne dema sekinandinê ye, dema avêtina gavên wêrek e ji bo çareseriya demokratîk. Em dizanin ku pirsgrêka Kurd tenê ne meseleya Kurdan e. Ev mesele; meseleya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.”
‘Îradeya gelên ku li qadan diherike bibînin’
Fulya Erdogan da zanîn ku ew bangeke aşkere li desthilatdarî û mekanizmayên biryarê dikin û diyar kir ku êdî sedsaleke din a gelan a ku winda bikin nîne û got: “Guh bidin vê dengê ku ji Îzmîrê, ji Egeyê, ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bilind dibe. Îradeya gel a ku li qadan diherike bibînin. Berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Ji bo aşitiyê gav bavêjin. Ji ber ku aştî niha, tam îro, wekî bêhna ku em dikişînin hewcedariyeke lezgîn e.“
Piştî daxuyaniyê parlementerê DEM Partiyê ya Îzmîrê axivî û diyar kir ku desthilatdar talokeya gav avêtinê nabîne û bang li desthilatdariyê kir û got: “Divê desthilatdar di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêjin. Êdî divê desthilatdar qebûl bike ku ev pêvajo, pêvajoyeke weha nîne ku mirov bisekine. Êdî daxwazên aşitiyê yên gel li ber çavan bigirin. Ji ber wê yekê divê bi komîsyona ku dê were meclîsê qanûnan derîne .”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

























