Şirnex – Îbrahîm Cîn hevrêyê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn e ku li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest dabûn. Îbrahîm Cîn diyar kir ku mirov nikare lehengiya her çar şoreşgeran bîne ziman lê ger gelê Kurd îro bi ruhê berxwedana Zindana Amedê tevbigere wê teqez biserkeve.
Carna cirûskek dibe pêtek, petek dibe guriyek û guriyek dibe agirekî geş. Agirê geş, agirê bilind di nava civaka Kurdan de tê hezkirin, li ser agir, li ser agirê laşê ciwanên Kurd bi hezaran gotin, helbest, stran, pirtûk hatine nivîsandin. Helbet tu kes bê sedem canê xwe nade ber agir û nabêje agirê li ser laşê min gurtir bikin. Ji bo van gotinan divê baweriyek hebe, divê vînek hebe, divê girêdana bîrdoziyek hebe. Ev bawerî, ev vîn û ev bîrdozî di ruhê hin pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn de hebû ku li dijî pêkanînên Zindana Amedê bedena xwe kirin pêta agir. Dema mirov ji bo dozeke ji dil çalakî bike, mirov dikare bibêje, “Agirê li ser laşê me gur bikin, bilind bikin.” Dema baweriya dozê ne ji dil be di nav agir de tu kes nikare van gotinan ji bo civakekê bike mîras.
Di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiyê de bi hezaran leheng ji nav dilê Kurdan derketine. Bi hezaran leheng ji bo tekoşîna gelê Kurd bûne pêşeng û canê xwe feda kirine. Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn çar lehengên Kurdistanê ne. Di nava çar dîwaran de, li dijî zilma dewleta Tirk ya herî dijwar serî netewandin û bi çalakiya ku pêk anîn hemû hesabên dewleta Tirk ya li ser Zindana Amedê têk birin.
Bi ser çalakiya Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn an go çalakiya Çaran re 44 sal derbas bûn. Hezaran gotin li ser çalakiya Çaran hatiye nivîsandin. Kesên ku bi wan re hevaltî û hevrêtiyê kirine û bûne şahidê lehengiya wan îro jî nikarin bi gotinan hevaltî û lehengiya wan bînin ziman.
Yek ji hevalên Çaran jî Îbrahîm Cîn e. Îbrahîm Cîn dema tê binçavkirin û piştre tê girtin xortekî 17salî ye û dibêje, “hevrêtiya wan gelekî cuda bû.” Dema Îbrahîm Cîn ku niha 62 salî ye van gotinan dibêje rondik ji çavên wî dibarin, bi hêsirên çavên xwe Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn bi bîr tîne.
58 rojan di îşkencexaneyê de tê ragirtin
Îbrahîm Cîn ê ku ji bo xwendinê ji navçeya Elkê ya Şirnexê diçe Amedê di sala 1981an de tê binçavkirin û wiha qala girtina xwe û naskirina bi Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn re dike: “Ez 1981ê li Amedê xwendekarê dibistana navîn bûm û 58 rojan ez di îşkenceyê de mam. Piştî 58 rojan ez birim zindana hejmar 5 a Amedê û ji destpêka ketina zindanê heya ez birim odeya 33an îşkence li me kirin. Wê demê dewletê her cure îşkence li ser girtiyan dikir, bi taybetî jî li ser girtiyên ji endametiya rêxistinê hatine girtin. Di odeya 33an de li gel Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyık û Mahmût Zengîn nêzî 100 kesan em diman. Hevalê Necmî berpirsyarê odeya me bû û dema ez nû ketim hundirê odeya rewşa binçavkirina min û tiştên hatine serê min pirsî. Eleqeyek rêhevaltiya tevgerî nîşanî min da û heya roja çalakiyê ya Çaran em gelekî nêzî hev bûn.”
‘Dixwestin her kesî bikin sîxur’
Îbrahîm Cîn diyar kir ku dewletê nêzikatiyek cihê nîşanî odeya 33an dida û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dewletê dizanî ku odeya 33an ji kesên çawa pêk tê û nêzîkatiyek cuda nîşanî odeya em lê bûn dida. Polîtîkaya dewletê ya sîxurtiyê gelekî serwer bû wê demê û her dixwestin ji odeya me kesan bêxin bin bandora xwe. Hevalê Mahmût û hevalê Eşref gelekî ji wêne xêzkirinê hez dikir, her wiha hevalê Eşref dengî wî gelekî xweş bû û gelek caran stranên şoreşgerî digotin. Ez wê demê xortek 17-18 salî bûm û cuda nêzîkî min dibûn. Taybetî hevalê Eşref hevaletiyek cuda nîşanî min dida.”
Nehiştine ku kes bi çalakiya wan bihese
Îbrahîm Cîn da zanîn ku şeva çalakiyê Mahmût û Eşref ji bo ku tu kes bi pêkanîna çalakiyê agahdar nebe xwe kirin nobedarên şevê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê ji ber ewlehiya xwe me bi şev û roj nobet digirt û her du saetan carekî heval dihatin guhertin. Ji ber ku heval Necmî berspirsyarê odeyê bû nobet nedigirt lê saeta 03.00-05.00 hevalên Mahmût û Eşref xwe kiribûn nobedar. Ji xwe lîsteya nobedariya wan amade dikir û bi zanebûn xwe li wan saetan kiribûn nobedar.”
‘Hev hembêz kiribûn’
Îbrahîm Cîn got ku dema Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn çalakî pêk anîn ew bi denge teqînekî ji xew rabûye û derbarê kêliyên ewil yên çalakiyê de ev yek anî ziman: “Di nîveka odeya me de qazana kalorîferî hebû û cihê ku ez lê dirazam jî nêzî qazana kalorîferê bû. Saet dora 04:00an bi denge teqînekî em ji xew rabûn. Dengê teqîna tînerê zêde bû. Dema ez hatim ser hişê xwe min dît hevalê Ferhat, Necmî, Eşref û Mahmût hev hembêz kirine û diruşma berz dikin. Digotin, ‘Ev çalakiyeke siyasî ye’ û ‘Bimire îxanet’ denge herî bilind ê heval Mahmût bû. Di wê kêliyê de em şaş bûn, me nedizanî em çi bikin. Bi hev re digotin, ‘Agir venemirînin, agir gur bikin’ piştî kêliyek kurt agir hat vemirandin. Dema min destê xwe avêt ser mile heval Mahmût cilê bi laşê wî ve heliyayê ma bi destê min ve û destê min şewitî. Piştî vê yekê me ew rakirin danîn ser beteniyan.”
‘Dirûşm berz dikirin’
Îbrahîm Cîn bal kişand ser nêzîkatiya Esat Oktay û dewletê ya li ser çalakiyê û axaftina xwe wiha domand: “Her çiqas me destê xwe li derî xwe dabe jî heya serê sibê saet derdora 10:00an derî nehat vekirin. Dema derî vekirîn jî hevalên me şehîd ketibûn. Dema Esat Oktay hatî ber deriyê odeya me ji her kesî re got, ‘Hûnê bibêjin ev ne çalakiyeke siyasî bû’ lê me hemûyan got çalakiyek siyasî bû û dema çalakî pêk anîn dirîşme berz kirine.”
‘Çalakiya Çaran tesîr li ser çalakiya Rojiya Mirinê kir’
Îbrahîm Cîn diyar kir ku çalakiya Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê hêz û bandora xwe ji çalakiya Çaran girt û wiha pê de çû: “Wê demê zilmek gelek zêde hebû lê li hember vê yekê berxwedanek bê hempa hebû, berxwedêrên wê demê gelekî ciwan bûn lê li gel vê yeke jî sekneke gelekî bi wêrekî hebû. Ez ji wan kesên wê demê re dibêjim lehengên bênav. Piştî çalakiya her çar hevalan çalakiya 14î Tîrmehê dest pê kir û çalakiya rojiya mirinê hêza xwe ya herî xurt ji çalakiya Çaran girt. Li ser her çar hevalan pirtûk hatiye nivîsandin bi navê, ‘Dörtlerin Gecesi’ dema min ew pirtûk xwend min dît ku tiştên wê demê hatine jiyîn gelekî kêm hatine nivîsandin. Ji ber ku qehremantiya wan hevalan kirî mirov nikare tenê bi gotinan bîne ziman. Sekna wan û lehengiya wan tiştek cuda bû û ji ber ku 44 sal bi ser re derbas bûne ez jî nikarim bînim ser ziman.”
‘Ruhê wê berxwedanê divê îro jî pêk were’
Îbrahîm Cîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ruhê berxwedaniya Zindana Amedê divê îro jî were pêkanîn û got: “Em dixwazin ew ruhê Zindana Amedê, ew rêhevaltiya Zindana Amedê, ew bîr û baweriya Zindana Amedê îro jî di nava civaka me de hebe. Ji bo serkeftinê ev yek lazim e. Ez pê bawer im ku di nava gelê me de ew ruh heye, ger kêmasiyek hebe jî ya me berpirsyaran e.”












