Li Wanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya ku dê 2 rojan bidome, dest pê kir. Mêvanê rûmetê Qahir Bateyî di destpêka sempozyûmê de diyar kir ku divê Kurd ji bo parastina zimanê Kurdî xwedî stratejiyeke radîkal bin û bilêv kir ku welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin.
Li Wanê 3emîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya bi sernavê “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” li Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê dest pê kir. Di sempozyûma ku dê 2 rojan bidome de ji çar aliyên Kurdistanê rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar hwd. cîh digirin. Dê îro di çarçoveya zimanê Kurdî de 3 rûniştin bên lidarxistin û ji Bakur, Başûr û Rojava akademîsyen û zana dê mijarên xwe pêşkêş bikin.
Modela pirzimaniyê pêşniyar kir

Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt di vekirina sempozyûmê de axivî û diyar kir ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de ji bilî zimanê Tirkî hemû zimanên din qedexe ne û got: “Em li bakur tenê bi zimanê Tirkî perwedehiyê dibînin û ev yek li dijî peymanên mafên mirovan in. Ziman parçeyek li nasnameya kesayetê ye. Em weke Egîtîm Senê mafê ziman yê hemû neteweyan diparêzin û modela pirzimaniyê pêşniyar dikin. Hemû milet divê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne û ev yek aştiya civakî saxlemtir bike.”
‘Di sedsala 21emîn de Kurd hêj zimanê xwe dixwazin’

Dû re Endamê Lijneya Zimanê Kurdî ya Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Lokman Babat mafê axaftina girt û diyar kir ku di sedsala 21emîn de Kurd hêj daxwaza zimanê xwe dikin. Lokman Babat anî ziman ku ev yek şermizariyeke mezine ji bo cîhanê û got: “Divê em ne tenê desthilatan, divê em xwe jî rexne bikin. Teknolojî pir pêşketiye lê me hêj jî zimanê Kurdî nekiriye zimanê teknolojiyê.”
‘Ji bo Kurdî stratejiyeke radîkal lazim e’

Herî dawî mêvanê rûmetê nivîskar û weşanger Qahir Bateyî anî ziman ku komara Tirkiyeyê li ser înkara Kurdî hat avakirin. Qahir Bateyî destnîşan kir ku nekarîn Kurdan weke fîzîkî ji holê rakin û vê carê jî berê xwe dan çand û zimanê Kurdî û ev tişt anî ziman: “Ziman û çanda me bêqedirkirin, navên cîh û warên me guherandin û ev rewşa bişavtinê di asteke mezin de dan meşandin. Kurdan ji bo hebûn û zimanê xwe têkoşîneke mezin meşand. Di van 20 salên dawî de Kurdan karî xwe biparêze, lê nekarî zimanê xwe biparêzin. Dewletê encamên polîtîkayên xwe nedîtî ye, lê di van polîtîkayan de serkeftî ye. Tevî zêdebûna pirtûk, weşangerî, çapemenî hwd Kurdî jî, civak niha ji ziman dûr ketiye. Em nebûne xwedî hestên neteweyî ku em bikaribin ziman û çanda xwe biparêzin. Ziman hebe hestên neteweyî jî qahîm e, heke ziman nebe hestên neteweyî jî lawaz dibin. Her du bi hev re girêdayî ne. Ji parastina zimanê Kurdî divê Kurd xwedî stratejiyeke radîkal bin. Heke partî, serok û siyasetmedarên Kurdan vê yekê nekin, wê zimanê me bihele û biçe. Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin.”
Rûniştina yekemîn hat lidarxistin

Di rûniştina yekemîn de dê bi moderatoriya mamosteyê Egîtîm Senê Zafer Miksî, Doç. Dr. Êbad Ruhî yê ji Silêmaniyê mijara “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî di Hiqûqê de: Derfet û Astengiyên Wê” û akademîsyena ji Silêmaniyê Trîfa Omerî ku bi rêya Zoomê mijara “Pisporiya zimanvaniya pragmatîk” pêşkêş kirin.
‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê hiqûqê’
Doç. Dr. Êbad Ruhî da zanîn ku wî pirtûkeke hiqûqî bi Kurdî nivîsandiye û nîşan daye ku zimanê Kurdî di hemû warên jiyanê de têr dike. Êbad Ruhî destnîşan kir ku zimanê Kurdî pir dewlemend e û got: “Hiqûq hêzê dide ziman û peyveke jiyanî di hiqûqê de gelek bi hêz e. Em weke hiqûqnasan dibêjin ku ziman deshillat û hêza me ye. Hemû jenosidên li ser Kurdan hatine kirin qanûnî bûn. Ji ber ku hiqûqa wan bi zimanê wan e serdestan ev jenosid bi qanûnên xwe dikirin, lewma qet nehatin darizandin û lêpirsîn. Lewma divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hiqûqê. Li başûrê Kurdistanê derfet hene ku siyasetmedar Erebî neaxivin. Qanûn wî mafî dide te ku tu bi zimanê xwe biaxivî û ew jî werger bikin. Ez bûma min peyveke Erebî nediaxivî. Çima em zimanên serdestan hîn dibin, lê serdest zimanê me hîn nabin?”
‘Di Kurdî de gelek gotin tên wateyên cuda’
Trîfa Omerî jî da zanîn ku zimanvanî tenê li rêziman, deng an rûbera peyvan nanêre û got: “Zimanvaniya bikaranînî (pragmatîk), li wateya ku di bin sîbera ‘şert û mercan’ de ava dibe, hûr dibe. Gava kesek dibêje ‘Li vir ba pir e’, di wateya herfî de qala hewayê dike. Lê di zimanvaniya bikaranînî de, mebesta wî/wê dibe ku ev be; ‘Pencereyê bigire’. Pisporê vê qadê li van wateyên veşartî û civakî digere. Di Kurdî de jî ev yek gelek dewlemend e û di gelek gotinan de wateyên cuda derdikevin holê. Metirsiyek heye ku standartîzekirina ziman vê dewlemendiya Kurdî ji holê rake, lê disa jî Kurd dikarin hem zimanê xwe standartîze bikin û hem jî dikarin dewlemendiya xwe biparêzin.”
Wê di navbera saet 13.30 û 15.00an de rûniştina duyemîn bi tevlibûna Bahoz Baran û Serhat Temel bê lidarxistin.

















