Stenbol – Li Stenbolê welatiyên ku tev li şahiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku zimanê Kurdî zimaneke gelek girîng e û ew dixwazin zarokên wan bi Kurdî werin perwerdekirin û gotin: “Em statuya zimanê Kurdî û Serokatî dixwazin.”
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Dibistana Egîdê Cimo ya MA Musicê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê û Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî duh li Parka Yogûrtçûyê ya navçeya Kadikoyê şahiyek li dar xist. Welatiyên ku tev li şahiyê bûn ji ajansa me re axivîn. Welatiyan diyar kir ku ew dixwazin bi awayekî azad zimanê xwe biaxivin. Welatiyan bi bîr xist ku di pêvajoyê de aliyê gelê Kurd her tiştî kir gotin: “Em di vê pêvajoyê de statuya zimanê Kurdî û Serokê xwe dixwazin.”













