Nivîskar Ayhan Erkmen bi lîstika yekkesî ya bi navê “Hawar” a ku li Amedê pêşkêş kir, qala jiyana Celadet Elî Bedirxan kir.
Nivîskar û şanoger Ayhan Erkmen lîstika xwe ya yekkesî ya bi navê “Hawar” li Qonaxa Cemîl Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê pêşkêşî temeşewanan kir. Bername, bi alîkariya Şaredariya Sûrê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pêk hat û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da. Beriya bernameyê hevşaredarên Sûrê derketin ser dikê xêrhatina mêvanan kirin û roja 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Piştre Ayhan Erkmen derket ser dikê û dest bi bernameyê kir. Lîstik behsa jiyana pêşengê zimanê Kurdî Celadet Elî Bedîrxan dike û atmosfera wê demê û rewşa Kurdan radixîne ber çavan. Ayhan Erkmen bi şêwaza xwe ya çîrokbêjiyê qonaxên jiyana Bedîrxan, xebatên kovarên Hawar û Ronahî û sirgûniya malbata Bedîrxaniyan anî ser dikê.
Lîstik bi çepikan bi dawî bû.



















