* Hiqûqnas Azad Weledbegî destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê hêj jî termînolojiya hiqûqî ya berfireh tune ye û got: “Divê Hikûmeta Herêmê vê erkê bigire ser xwe.”
* Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” ku Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi hevkariya Zarok TV, Konseya Bajêr a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Koçberiyê li dar dixe dê li Parka Sumerê ya Amedê bidome û bi dawî bibe. (10:00-17:00)
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê bi boneya kesên di meşa “Gavek ji bo aştiyê” de hatin binçavkirin dê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Beyoglûyê daxuyanî bide. (12:00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê di çarçoveya hefteya Cejna Zimanê Kurdî de dê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê standekê deyne, belavokan belav bike û daxuyanî bide. (12:30)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERa Sêrtê dê li eywana Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina DBPê ya Sêrtê Hakî Karer û şehîdên meha Gulanê bên bibîranîn. (13:00)
* Nûnerên rêxistinên sivîl dê li ber Girtîgeha Tîpa Fyê ya Wanê derbarê girtiyên ku ji aliyê gardiyanan ve rastî êrişê hatine, daxuyanî bidin. (13:00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERa Êlihê de dê li Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê Hakî Karer û şehîdên meha Gulanê bên bibîranîn. (14:00)
* MEBYA-DERa Egeyê, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê dê li Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê daxuyanî bide. (14:00)
* Komeleya Dema Jinan bi şîara “Zimanê me bîra me ye, bîra pêşeroja me ye” li Parka Haciahmet a li Beyoglûyê dê çalakiya zimanê Kurdî li dar bixe. (18:00)
* Rêxistinên Ciwanan, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê dê li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyanî bidin. (19:00)








