Li dijî Şaredariya Beşîktaşê bi sûcdariya “bertîl stendinê” operasyonek hat lidarxistin û tevî şaredarê berê 5 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyoneke binçavkirinê hat lidarxistin. Di operasyonê de şaredarê berê ya Beşîktaşê, rêveberê xizmeta personelan a Şaredariya Beşîktaşê Bulent Karakas û tê de endamên meclîsa şaredariyê jî bi giştî 5 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuand ku kesên hatine binçavkirin bi sûcdariya “bertîl stendine” hatine binçavkirin.













