Hevseroka Partiya Kesk a Ewropayê Vula Tsetsi Paraskevi bi heyeta pê re serdana DEM Partiyê kir û bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Cigira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ya Berpirsyara Komîsyona Tekiliyên Dervê Ebru Gunay re hevdîtin kir.
Hevseroka Partiya Kesk a Ewropayê Vula Tsetsi Paraskevi bi heyeta pê re li avahiyê navenda giştî, serdana DEM Partiyê kir. Heyetê bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Cigira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ji Komîsyona Tekiliyên Dervê berpirsyar Ebru Gunay re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de mijarên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê têkoşîna hezên demokrasiyê û piştgiriya enternasyonal hat axaftin.













