Atolyeya Hunerê ya Yekta ku dê di bin sîwana Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ya Amedê de gelek qurs û çalakiyên hunerî û çandî pêşkêş bike, bi hate vekirin.
Ji bo xurtkirin û pêşxistina hevgirtina çandî, merasîma vekirinê ya Atolyeya Hunerê ya Yekta hate lidarxistin. Di merasîmê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, nûnerên Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, nûnerên saziyên civakî yên curbecur û gelek hemwelatî beşdar bûn.
‘Dê çand û mîrateya me veguhêze nifşên nû’
Hevşaredar Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar di merasîmê de diyar kirin ku ev navenda nû dê bi çalakiyên xwe yên çandî û hunerî bibe navendeke girîng a ragihandina mîrateya wan kesên ku tevî hemû astengiyan bedel dan da ku çanda xwe zindî bihêlin û vê mîrateyê ji nifşên paşerojê re bihêlin.
Piştî pêşandanên govend û muzîkê, navend bi merasîmeke birîna kurdeleyê bi fermî hate vekirin. Atolyeya Hunerê ya Yekta xebatên curbecur ên çandî û kursên belaş ên tembûr, erbane, piyano, govendên folklorî, wênekêşî, sînema û perwerdeya deng pêşkêş dike.
















