Stenbol – Li Stenbolê di du mehan de 93 kes bi hinceta wek; wêneyên Abdullah Ocalan vekirine û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirine, govend gerandine û parvekirinên medyaya dijîtal hatin binçavkirin. Ji wan 4 jê zarok 24 kes hatin girtin. Ji bo 3 zarokan jî biryara hepsa malê hate dayîn. Tevî biryara AYM ya ku dibêje dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ne sûc e û dewlet muzakereya bi Oalan re dike jî polîs êrişî çalakiyan dikin û bi taybetî ciwanan binçav dikin û lê tevî vê yekê jî ev dirûşm bi dehan salan e di her çalakiyê de olan dide.
Di 7ê Hezîrana sala 2014an de li navçeya Licêyê ya Amedê di çalakiyan de bi hinceta dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatibû berz kirin, li Merve Nur Tekîn ceza hatibû birîn. Li dijî vê cezayê Merve Nur Tekîn serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. AYMê di 10ê Tîrmeha 2024an de biryar da û destnîşan kiribû ku li gorî xala 26emîn ya Qanûna Bingehîn “azadiya îfadekirinê” hatiye binpêkirin û dewletê mehkûmî tazmînatê kir.
Li Stenbolê di mehên dawiyê de dema ku di çalakî, meş û pîrozbahiyan de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” tê berzkirin ji aliyê polîsan ve tê tepisandin. Polîsa ev dirûşm xwedîgiravî “dirûşmeya ku tê berzkirin li dijî qanûnê ye” anons dike û welatiyên tev li çalakiyan bûne tehdît dike. Lê tevî vê gefxwarinê jî di tevahî çalakî, pîrozbahî, meş û daxuyaniyên li Stenbolê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qet kêm nabe û tê berzkirin.
Li Stenbolê di pîrozbahiyên weke; Newrozê, 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1ê Gulanê û 16 Gulanê meşa “Gavek ji bo aştiyê” de bi giştî 93 kes bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildane û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirine, govend gerandine û parvekirinên medyaya dijîtal pêk anîne hatin binçavkirin. Ji wan 4 jê zarok 24 hatin girtin. Ji bo 3 zarokan jî biryara hepsa malê hate dayîn. 30 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Gelek kes di binçavan de bi îşkenceya polîsan re rû bi rû dimînin.
Di pîrozbahiyên Newrozê de 81 kes hatibûn binçavkirin
Di 22yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê Newroz bi tevlibûna sed hezaran kesan bi coçek heybet hatibû pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vekirin û sed hezaran kes dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kiribûn û stran gotibûn û govend gerandibûn. Piştî pîrozbahiya Newrozê li Stenbolê polîsan avêt ser malan û 4 caran operasyon pêk anîbû. Di 22yê Adarê de 2 jê zarok 24 kes hatibûn binçavkirin. Di 24ê Adarê de 38 kes hatibûn binçavkirin û yek jê zarok 10 kes hatibûn girtin. Di 27ê Adarê de jî 3 kes jê zarok 12 kes hatin girtin. Ji bo 2 zarokan biryara hepsa malê hate dayîn. Di 28ê Adarê de jî 2 kes hatin girtin.
Bi giştî piştî Newroza Stenbolê 81 kes hatin binçavkirin, ji 81 kesan 4 jê zarok 24 kes hatin girtin. Ji bo 3 zarokan biryara hepsa malê hate dayîn. Zêdetirî 30 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
Di pîrozbahiya rojbûna Ocalan de 3 kes hatibûn binçavkirin
Di 5ê Nîsanê de Platforma Saziyên Demokratîk bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Perava Kanaryayê bi dirûşmeya “Em di sifreya tavê de tên gel hev” bernameya seyranê li dar xistibû. Di seyranê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vekirin. Polîsan êrişî welatiyan kiribû û xwestibû wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê nîşandan. Di encama êrişê de 3 ciwanên bi navê Abdulkerem Kuzu, Lîvan Orman û Unal Eroz bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin.
Di pîrozbahiya 1ê Gulanê de 2 jê zarok 5 kes hatibûn binçavkirin
Di pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê ya li Stenbolê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatibû berzkirin. Polîsan bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin û dirûşmeya hatiye berzkirin êrişî ciwanan kiribû û 2 jê zarok 5 kes hatibûn binçavkirin. Du zarokên hatibûn binçavkirin jî li Qerekola Polîsan a Rihtimê ya Kadikoyê bi îşkenceya polîsan re rû bi mabûn. Li gorî agahiyên ku zarokan dan; polîsan ew bi erdê re kaş kirine û bi pehînan li wan dane.
Di meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ de 4 kes hatibûn binçavkirin
Di 16ê Gulanê de li Stenbolê bi pêşengiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” meşek hatibû lidarxistin. Di meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bênavber hatibû berzkirin. Piştî meşê 4 ciwan bi hinceta dirûşmeyê berz kirine hatibûn binçavkirin û her wiha polîs bi heman hincetê li 26 ciwanan geriyabûn û gazî wan kiribûn ku biçin îfade bidin.
Dewlet bi qedexekirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dixwaze fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê sînordar bike. Lê li dijî polîtîkayên dewletê ya sînordarkirina fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li her qadê û çalakiyên li Stenbolê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedike û dirûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berz dikin. Gelê Kurd li her kolanek Stenbolê sekna xwe ya xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dide.
Rêvebera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Bêrîvan Barîn, binçavkirin û girtina ciwanan û polîtîkaya li ser poster, wêne û dirûşmeyan tê kirin ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Dirûşme û poster tên kriminalîzekirin’
Bêrîvan Barîn diyar kir ku dewlet li aliyekî Abdullah Ocalan muxatab qebûl kiriye û li aliyekî jî zextên tund dike û wiha got: Dewlet di pêvajoyên aştiyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike. Lê ji aliyekî ve jî hin kes jî bi sedema dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hatine binçavkirin û hin kes hatin girtin. Nakokî jî ji vir derdikeve holê. Navê Abdullah Ocalan ne navek ku di qada giştî û siyasî de ji aliyê dewletê ve nayê dîtin an jî tune bê hesibandin. Tevî vê yeke dirûşmeyek tê krîmînalîzekirin, ev jî weke refleksa siyasî derdikeve pêşiya me. Dema ku em li dosyeyan dinêrin, dibînin ku kesên hatine binçavkirin ne bi sedemek din tenê bi hinceta dirûşmeyan hatine binçavkirin. Lê belê, hem biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û hem jî biryara Dadgeha Bilind di vê mijarê de pir zelal in. Ji bo ku gotinek were cezakirin, divê ew gotin ango slogan tundûtûjiyê teşwîq bike. Tenê berzkirina dirûşmeyan bi serê xwe nabe sûc.”
‘Biryarên AYMê û DMMEyê tên binpêkirin’
Bêrîva Barîn destnîşan kir ku DMME dibêje ku gotin û dirûşmên tên berzkirin bi kêfî û helwestek siyasî bên cezakirin û got: “Sedema cezakirin û girtinên di demên dawî de pêk tên jî biryarên AYMê û DMMEyê bi awayekî teng û sînordar dike. Di dosyeyan de gelek caran li şûna bangewaziya tundiyê dirûşme, gerandina govend, an jî parvekirinên li ser medyaya dijîtal weke delîl tên nîşandan. Divê ev yek jî were dîtin ku li Tirkiyeyê azadiya famanê û derbirînê herî zêde tê astengkirin û qedexekirin. Em li tabloya ku îro li Stenbolê derdikeve holê dinêrin, dibînin ku bi taybetî di mehên dawiyê de, slogana ‘Bijî Serok Apo’ bûye sedema girtin û binçavkirinê. Parvekirina kesekî/ê ya siyasî an ideolojîk, bi tena serê xwe nikarin bikin sedem û hinceta girtinê. Tevî ku biryarên AYM û DMMEyê hene jî binçavkirin û girtin berdewam dikin. Ev jî binpêkirina wan biryaran e û azadiya raman û derbirînê ye.”













