Şaredariya Peyasê ya Amedê ji bo pêşxistina xizmetên veterîneriyê û parastina ajalên kolanan xebatên xwe berfirehtir kir.
Şaredariya Peyasê ya Amedê xebatên xwe yên parastina sewalan û dermankirina wan didomîne. Şaredarî ji bo dermankirina bi lezgînî û bersivandina gilî û daxwazên alîkariyê servîsa mobîl berfirehtir kir.
Gerînendetiya Veterîneriyê ya Şaredariya Peyasê ragihand ku xebatkarên wan niha bi lezgînî bersivê didin hemû gilî û daxwazên ku ji wan re tên ragihandin. Di vê çarçoveyê de şaredariyê ji bo ajelên li kolanan û yên li malan xizmeta “Wesayîta Parastina Ajalên Bêxwedî” xist dewrê da ku di rewşên awarte de bi lez û bez xwe bigihîne daxwazên alîkarî û dermankirina ajalan. Herwiha hat zanîn ku hejmara kesên di vê beşê de xizmetê dikin jî hatiye zêdekirin.
Navenda Kon-Vetê li Parka 75an e
Navenda Kon-Vetê ya ku di çarçoveya ajelên bêxwedî û yên malan re xizmeteke rêkûpêk pêşkêş bike li Parka 75an hatiye avakirin. Li navendê lênihêrîna giştî, dermankirina lezgîn û kontrolên vaksînasyonê tên kirin.
Gerînendetiyê derbarê xizmetên xwe de daxuyanî da û ragihand ku ji bo xizmetên wekî dermankirina awarte, dayîna agahiyan, rizgarkirin û alîkariyên din ew ê amade bin. Gerînedetiyê ji ajokarên xwest di trafîkê de ji bo li ajalan neqelibin hêj baldartir bin.










