Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke “Tirkiyeya bê teror” bi nav kir û got: “Saziyên me yên berpirsyar ji bo tasfiyeya ‘rêxistinê’ lêztir bikin li ser modelên cuda dixebitin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKPê Tayîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya di meclise de axivî. Tayîp Erdogan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke “Turkiyeya bê teror” bi nav kir û got: “Em ê Tirkiyeke aram bikin û xwîşk-biratiya bi hev re ava bikin. Em ê vê pêvajoyê bibin encamê. Saziyên me yên berpirsyar ji bo tasfiyeya rêxistinê lêztir bikin li ser modelên cuda dixebitin. Em ji bo tîfaqa xwe li ser rêyên nû dan û standinan dikin. Di karên bi xêr de hewcehî bi aceleyê heye. Em dixwazin vê mijarê ji rojeva welatiyên xwe derxînin. Tirkiye ji bo vê pirsgirêke ku tenê lêçûna wê ya aborî zêdetirî 2 trîlyon dolar e çareser bike, xwedî îrade û tecrûbe ye.”













