Li Sêrtê bertekên li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê berdewam dikin. Gelê Sêrtê li gel hevşeredar û parlamenterên DEM Partiyê kom bûn û heta deriyê şeredariyê meşiyan. Gel bi pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” bertekên xwe anî ziman.”
Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariya Sêrtê di roja 4an de berdewam dike. Hevşeredarên ku li şûna wan qeyûm hatiyê tayinkirin, Sofya Alagaş, Mehmet Kaysi endamên meclîsê yên şeredariyê, parlamenterên DEM Partyê û rêveberên sazî û rêxistinan, tevî welatiyên Sêrtê kom bûn û meşiyan. Girse li kolana Musa Atîk kom bû û heta avahiya şeredariyê bi stran û dirûşmeyan meşiyan. Girseyê pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” dinivisî hilgirtin û dirûşmeyên, “Qeyûm talanê berxwedan jiyanê” ,”Bijî berxwedana Îmrali”, “Kurdistan wê bibe goristan ji bo faşiştan” , “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bimrê koletî bijî azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseyê bi dirûşmeyan nerazîbûna xwe anîn ziman û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin.
Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Girse heta şeredariyê meşiya û bi guvendê çalakî bi dawî kir. Girseyê li vir dest bi çalakiya rûniştinê kir.