DEM Partî û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Şirnexê du malbat li hev anî.
Li navenda Şirnexê beriya niha di navbera malbata Mala Soro û malbata Rezokiya ji ber pirsgirêka hin erd şerek derketibû û li ser hewldanên DEM Partiyê her du malbat li hev hatin. Li gel parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê, endamên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk gelek welatî tev li merasîma silhê ya li taxa Yeşîlyûrtê bûn.
Di bernameya silhê de endamê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mele Kasim Yîgît got ku divê civaka me ji bo tiştên piçûk serî li tundiyê nede û wiha axivî: “Axa me vaye 50 sal in ji bo rûmeta xwe li ber xwe dide. Bi hezaran cangorî ji bo vê axê hatin dayîn. Divê em ji bo tiştên piçûk serî li van rêbazan nedin. Ev tişt ne di ehlaqê civakî me de heye û ne jî di ehlaqê ola me de heye.”
Piştî axaftina Mele Kasim Yîgît dua hatin xwendin û malbat li hev hatin.














