Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ji ber ku li dijî darvekirinan dirûşm berz kirin ji mafê axaftina bi telefonê û hevdîtina bi malbat û parêzeran re hate bêparkirin. Her wiha ji ber nivîsên wê yên serhildanê 6 meh cezayê din lê hate birîn.
Zext û binpêkirinên mafan ên rejîma Îranê yên li dijî girtiyên siyasî yên Kurd didomin. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî rewşa dawî ya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya ku li Girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin de, agahiyên nû belav kirin.
Dirûşmên li dijî darvekirinê bûn hincet
Li gorî agahiyan, rêveberiya girtîgehê wekî “amûreke cezakirinê” destpêkê mafê axaftina bi telefonê ji Werîşe Muradî standiye û piştre jî ew ji mafê hevdîtina rû bi rû ya bi malbat û parêzeran re bêpar hiştiye. Hat destnîşankirin ku ev qedexeya kêfî hê jî berdewam e.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku ev cezayê derqanûnî piştî çalakiyeke Werîşe Muradî hatiye dayîn. Hate ragihandin ku dema Werîşe Muradî li hewşa Girtîgeha Evînê digeriya, li dijî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê bi dengekî bilind dirûşm berz kirine. Rêveberiya girtîgehê li hemberî vê helwesta wê ya berxwedêr ew ji mafên wê yên herî bingehîn bêpar hiştiye.
6 meh cezayê nû lê hate birîn
Li aliyê din, ‘Kampanyaya Azadiya Werîşe Muradî’ ragihand ku zextên hiqûqî yên li ser Muradî jî zêde bûne. Hat zanîn ku ji ber name û nivîsên wê yên ku di çarçoveya salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatine nivîsandin û weşandin, dozeke nû lê hatiye vekirin.
Di encama vê doza nû de, dadgeha rejîma Îranê bi îdiaya qaşo “propagandaya li dijî rejîmê” 6 mehan cezayê girtîgehê yê din li Werîşe Muradî birî.













