Bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd di Cejna Qurbanê de goşt û alîkarî da malbatên kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û karkerên paqijiyê.
Bi hatina Cejna Qurbanê re Heyva Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên alîkarî, piştevanî û hevgirtinê didomîne. Heyva Sor a Kurdistanê ji bo xwe bigihîne malbatên xizan û yên derfetên wan yên debarê nîn in bi munasebeta Cejna Qurbanî xebatên xwe yên alîkariyê domand.
Heyva Sor a Kurdistanê ji 24ê Gulanê û vir ve bi munasebeta Cejna Qurbanê li bajarê Hesekê ku 21 ton û nîv goşt li malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û karkerên paqijiyê re yên di şaredariya parezgeha Hesekê de dixebitin belav kir.
Bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd li bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Çil Axa û Tirbespiyê goşt belav kir.
Heyva Sor a Kurd beriya cejnê li bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê, bajarokê Zirganê, Til Temir û bajarê Hesekê alîkarî li 11 hezar û 138 kesan belav kir.













