Êrîşên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê û zextên veguhestinê dewam dikin. Di bombardûmana giran de bi dehan sivîl hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê ji bo veguhestina bi lez bang li gundiyên Ayn Kana (Aïn Qana) ya li Başûrê Lubnanê kir. Berdevkê Erebî yê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îdîa kir ku Hîzbûllahê peymana agirbestê binpê kiriye û ji gundiyan xwest bi lez herêmê biterikînin.
Di daxuyaniyê de ku li ser Telegramê hate weşandin, bang li sivîlan hat kirin ku bi hinceta ewlekariyê ji malên xwe derkevin û herî kêm bi hezar metreyî berê xwe bidin qadên vekirî.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li herêma Şueyfatê de sê kes hatine kuştin. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane; jinek, keça wê û zarokekî ji Sûriyeyê bû. Di êrîşê de sê jê zarok û pênc jê jin 15 kes jî birîndar bûn.
Hejmara qurbaniyan 3 hezar û 320 derbas kir
Li gorî rayedarên Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê yên roja pêncşemê hatin kirin de li seranserê welêt herî kêm 26 kes mirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ji 2yê adarê dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê û vir ve 3 hezar û 324 kes mirin, 10 hezar û 27 kes jî birîndar bûn.













