• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    Li çiyayê Seyîdsadiq şewat derket

    Li çiyayê Seyîdsadiq şewat derket

    Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

    Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    Li çiyayê Seyîdsadiq şewat derket

    Li çiyayê Seyîdsadiq şewat derket

    Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

Firat Tûnç / AW

30 GULAN 2026 - 09:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad diyar kir ku Yekitiya Neteweyî ji bo gelê Kurd pêwîstiyeke girîng e û wiha got: “Divê em li gorî derfetên dîrokî xwendineke baş û rast bikin. Divê êdî herkes berjewendiyên siyasî deyne aliyekî û bi hev re li gorî berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî ava bikin. Pêwîstî bi pêngavên pratîkî hene.”

Yekitî ji bo civakan, gelan şertê herî esasî ye. Civak an jî gelên yekîtiya xwe çênekiribin, di nava demeke dirêj de nikarin xwe biparêzin. Ji ber vê yekê yekitî û yekrêzî ji bo gelê Kurd girîng e û pêwîstiyeke herdemî ye. Bi dehan sal in li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdan hewldan tên kirin. Bi dehan caran di nava hêz û aliyên siyasî yên her çar aliyên Kurdistanê de civîn, şêwir, konferans hatine lidarxistin. Gelê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, li her çar aliyên Kurdistanê û diasporayê derket qadan û bi yek dengî dirûşma ‘Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e’ berz kir û ew helwesta xwe ya yekitiyê diyar kir. Di konferans û civinên ku ji bo Yekitiya Neteweyî hatin lidarxistin de jî her tim peyama ku divê êdî Yekitiya Neteweyî ji asta nîqaşê derbikeve û bê pratîkkirin. Qonaxa ku bi taybetî Rojhilata Navîn niha cîhan tê de derbas dibe, ji bo gelê Kurd gelek girîng e û derfetên dîrokî dide avakirin.

Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurd ji ajansa me re axivî û nirxandinên gelek girîng kir.

Metirsiya li ser Kurdan

Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad da zanîn ku gelek bûyerên di dîrokê de qewimîne rast e rast bandor li ser rewşa Kurdan kiriye û wiha got: “Îro jî em dibinîn gelê Kurd di heman qonaxê re derbas dibe. Niha şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Bêguman ev yek rasterast bandorê li ser rewşê dike. Di dema pêş de jî ev bandor dê mezin û berfirehtir bibe. Loma xwendineke rast ji bo vê rewşa niha ku bi taybetî Rojhilata Navîn, hemû cîhan tê re derbas dibe, ji bo Kurdan gelek girîng e. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn hevpeymaniyên gelek mezin hatin çêkirin û stratejiya siyasî ya hêzên cîhanê bi şiklekî meşiya, heta astekê ev stratejî hat birêvebirin. Mînak Britanyayê siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe heta demeke dirêj meşand. Di heman demê de DYAyê di salên du hezaran de stratejiyeke aloziyan derbixe da meşandin. Ev stratejî heta roja îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn berdewam e. Wan stratejî û siyasetan rasterast li ser rewşa siyasî ya Kurdan bandoreke mezin da çêkirin û hê jî didome. Parçebûna Kurdistanê mixabin bandora xwe li ser siyaseta Kurdan jî çêkirin. Erdnîgariya me her tim di nava aloziyan de ye. Ev metirsî heya roja îro jî berdewam e. Çawa em behsa dîrokê dikin û dibêjin Kurd bê maf man û yan jî bêmaf hatin hiştin, di roja îro de jî ev metirsî berdewam dike. Ji ber vê yekê ji bo vê rewşa ku em niha tê de ne xwendineke rast pir girîng e.”

‘Metirsî li ser dewletên herêmî jî hene’

Zeynep Mûrad destnîşan kir ku metirsiyên li cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn diqewimin ne tenê gelê Kurd eleqeder dike di heman demê de dewletên ku Kurdistan di nava wan de hatiye dabeşkirin jî di bin metirsiyê de ne û wiha pêde çû: “Em niha rewşa Îranê dibînin ka gihiştiye çi qonaxê û kes nizane pêşeroja vê dê çi bibe. Dîsa me piştî wan guhertinên rejîma Esed rewşa Sîriyeyê jî dît. Her wiha niha Tirkiye jî di bin metirsiyeke gelek mezin de ye û dê di demek pêş de jî bi van metirsyan re rû bi rû bimîne. Welatên herêmî roj bi roj li gorî rewşê siyaset û hevpeymaniyên xwe diguherin. Ev welatên herêmê gelê Kurd wekî pirsgirêkeke ewlehiyê dibînin û siyaseta xwe ne li gorî welatekî demokratîk dibînin. Ev tişt bi tena serê xwe metirsiyeke mezin e. Di heman demê de ez dixwazim destnîşan bikim ku li gel van metirsiyan ji bo Kurdan derfeteke zêrîn û dîrokî derketiye holê. Em çawa bikaribin xitaba rêya siyasî bikin û siyaseteke neteweyî li hemberî van guhertinên mezin çêbikin û tevbigerin ev xala herî girîng e. Di heman demê de derfet heye ku êdî li ser esasê vê siyasetê di bist û sih salên dawî de çawa ku siyaseta hizbî li ser asta hêzên Kurdistanî hatiye meşandin di roja îro de jî pêwistî bi guhertinên mezin heye û ev guhertin ji bo Kurdan derfetên gelek mezinin ku em bikaribin hebûna xwe biparêzin. Ji ber ku gelek destkeftiyên Kurdan hene û em bikaribin bi rêya hevpeymaniyên navxweyî van destkeftiyan biparêzin û xwedî lê derbikevin. Divê em di roja îro de siyaseteke piralî bikin.”

‘Divê em hemû nakokiyan deynin aliyekî’

Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad da zanîn ku her çiqas di navbera dewletên herêmî û Kurdan de ji hêla fikrî û zihnî ve nakokî hebin jî lê dikarin ji bo parastina berjewendiyên her du aliyan tifaqê çêbikin û ev nirxandin kir: “Di dîrokê de mînakên gelek nêz jî hene ku çawa bi Kurdan re tifaq kirine. Ev yek ji bo me Kurdan gelek girîng e. Divê em hemû nakokiyan deynin aliyekî û siyaseteke hevgirtî, stratejiyeke neteweyî bi rê ve bibin da ku berjewendiyên Kurdan were parastin. Ji bo gelê Kurd di asta cîhanê de pêşketinên mezin hene û ev yek jî tê dîtîn. Derfet hene ku deriyên baş bên vekirin. Lê her beşeke Kurdistanê nikare bi tena serê xwe ji vê qonaxa girîng re bibe bersiv. Ji ber ku em dibînin hêzên serdest ên cîhanê bi hev re tevdigerin. Dîsa di heman demê de hêzên herêmî yên ku Kurdistan di nava wan de hatiye dabeşkirin jî bi hev re tevdigerin. Lewma pêwîst e di roja îro de Kurd jî bi hev re tevbigerin û xwedî yek stratejî bin. Em bixwazin naxwazin ew siyaseta ku li ser Rojhilata Navîn tê meşandin bandora xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê jî divê em li gorî siyaseteke demokratîk û yekgirtî tevbigerin û yekitiya Kurdan pêwîstiyeke jiyanî ye.”

‘Kurd xwedî hêzeke girîng in’

Zeynep Mûrad bi lêv kir ku heta demek nêzîk astengiyên pêşiya yekitiya neteweyî zextên hêzên herêmî bûn û wiha domand: “Lê îro di Rojhilata Navîn de guhertinên mezin hene û ew dewletên herêmî ne xwedî hêza berê ne. Hemû dewletên herêmî ketine nava liv û tevgerê û dibêjin em ê çawa xwe li hemberî van krîzan destkeftiyên xwe biparêzin. Heta astekê lewaziyek di nava wan welatên herêmî de heye. Ji ber vê yekê rast e em Kurd xwedî nîv statu ne lê statu ew e ku Kurd bibe xwedî maf û rol. Ji bo vê jî yekgirtina Kurdan a li her çar aliyê Kurdistanê û xwedî derketina yekitiyê ji bo me hêzeke. Kurdên îro ne Kurdên berê ne. Kurd îro di nava siyaseta cîhanê de xwedî roleke gelekî girîng û di asta dîplomasiyê de gelekî di pêş de ne. Hêza jinan, ciwanan û civakî heye. Eger em van hemû hêzan bigîhînin hevdu Kurd dikarin bibin faktoreke gelek girîng û mezin.”

Civîna 6-7ê Hezîranê

Di berdewama axaftina xwe de Zeynep Mûrad behsa civîna civata giştî ya KNKê ya 6 û 7ê Hezîranê li Ewropayê bê lidarxistin kir û got ku civîn û amadekariyên berfireh hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Ji aliyê Konseya Rêvebir a KNKê ve hinek biryar hatibûn girtin. Me derveyî KNKê ji akademîsyen, rewşenbîr, hunermend, navdarên Kurd û hwd. li gelek welatên cîhanê li ser rewşa yekitiyê nîqaşên berfireh kirin. Ew encamnameyên ku di wan civînan de derketine em ê di roja civata giştî ya KNKê de wekî deklerasyonekê bi raya giştî re parve bikin. Em wekî hevserokatiya KNKê beşdarî hemû civînan bûn. Di wan civînan de jî hat diyar kirin ku em di qonaxeke girîng re derbas dibin û divê em hemû tiştî bidin aliyekî û ji bo yekitiyê bixebitin. KNK jî weke saziyeke neteweyî demek dirêj e ji bo vê mijarê kar û xebatên berfireh meşandiye û dê hinek guhertin di sazûmandina xwe de jî çêbike. Ji ber ku ev qonaxa em tê re derbas dibin girîng e û divê bersiveke xurt jî bê dayîn. Ji bo vê yekê em ê guhertin û veguhertinê çêbikin daku em çawa bikaribin ji pêvajoyê re bibin bersiv û van metirsî û derfeta heyî têxin xizmeta gelê xwe. Karên berfireh hene di roja civîna civîna giştî de jî hindek biryarên girîng dê bê girtin. Em ê heya roja civîna giştî jî xebatên xwe bidomînin. Gelek kes û mêvan jî hatine vexwendin.”

‘Êdî dem dema yekitiyê ye’

Zeynep Mûrad da zanîn ku bi gelek partiyên siyasî yên Kurd û kesan re di nava danûstendinan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meseleya Yekitiya Neteweyî tenê aliyekî eleqedar nake, hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend û hwd. eleqeder dike. Bi taybet piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê me dît ku gelê me yê Kurd li qadan bûn û peyamên yekitiyê dan. Peyama gelê me peyameke eşkere bû û ji bo hemû siyasetmedar, partî, rewşenbîr, akademîsyen û ji bo herkesekî ku xwe Kurd dibîne bû. Gelê me li qadan got ‘êdî dem dema yekitiyê ye’ niha jî dema partiyên siyasî ye ku guhdariyê vê peyamê bikin û Yekitiya Neteweyî di pratîkê de pêk bînin. Em vê peyama gelê me weke talîmatekê dibînin. Ji ber ku bendewariyeke mezin a gelê me ji aliyê siyasî heye ku kongreyeke neteweyî pêk were. Jixwe ev civîna civata giştî ya KNKê ya 6-7ê Hezîranê de pêk were ji bo kongreyeke neteweyî ye. Hem nîqaş û danûstendinên ji bo siberojê hemû ji bo pêkanîna kongreyeke demokratîk a neteweyî ye û hem jî hindek biryarên girîng bên girtin.”

Kar û xebatên dîplomasiyê

Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad bal kişand ser pêvajoya ku niha Rojhilata Navîn di tê re derbas dibe û destnîşan kir ku kar û xebatên wan ên dîplomasiyê berdewam dikin û wiha got: “Ji xeynî dîplomasiya navxweyî, dîplomasiya navdewletî jî gav bi gav bi pêş ve diçe. Ji DYAyê bigire heya dewletên din ev danûstendin tên meşandin û berdewam dikin. Weke tê zanîn niha DYAyê hem li heremê û hem jî di asta cîhanî de roleke mezin dileyîze. Loma ji ber diyalog û danûstendin pêş bikeve demeke nêzîk e me buroya nûnertiyê ya KNKê li Washîngtonê vekir. Di heman heman demê de bi hemû welatên Ewropayê re jî dîplomasî berdewam e. Dîsa li rojhilata dûr wek Hîndistan, Rûsya, Çîn û welatên Ereban ên herêmî re em di nava diyalog û danûstendinê ne. Her wiha li gel saziyên girîng ên di asta navdewletî re jî weke Neteweyên Yekgirtî, Komarên Ereban, em di nava diyalogan de ne û ev danûstendin dê bidomin. KNK van xebatan dimeşîne lê ji îro şûn ve em dixwazin herkesek xwe tev li van xebatan bike û hemû aliyên siyasî nûnertiya xwe di nava vê dîplomasiyê de bibînin. Ji îro pê ve pêwistiya me bi karên berfirehtir hene û divê herkes xwe tev li bike û bibe dengê Kurdan.”

Rola jinên Kurd a di Yekitiya Neteweyî de

Zeynep Mûrad bal kişand ser rola jinên û destnîşan kir ku jinên Kurd heta îro di dîrokê de roleke sereke dilîzin, di parastina hebûn, nasname, axa Kurdistanê û hemû qadan de cihê xwe girtine û wiha berdewam kir: “Em bi saya têkoşîna jinên Kurd gihiştin roja îro. Jinên Kurd heya îro ked û berxwedaneke mezin dane. Şervanên jin, dayikên Kurd, jinên qada siyasî, jinên di nava civakê de her tim ji bo parastina çand, ziman, hebûnê rola xwe lîstine. Vê qonaxa girîng a em behsa Yekitiya Neteweyî dikin bêguman jin xwedî ezmûn û mîrasa dîrokî ne. Ji ber vê yekê jî jinên Kurd dikarin di vê pêvajoya girîng de roleke girîng bilîzin. Divê ji bo nasnameyeke azad tev li xebatên yekitiyê bibin û bi rê ve bibin. Ji îro pê ve jî ez di wê baweriyê de me ku jinên Kurd dê ji bo Yekitiya Neteweyî ya giştî pêşengtiyê bikin. Jinên Kurd îro ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê deng vedane. Em bi hêvî ne ku di demên pêş de jî ji aliyê jinên Kurd ve dê pêngavên girîng bên avêtin û meşandin.”

‘Pêwîstî bi pêngavên pratîk hene’

Di dawiya nirxandinên xwe de Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad diyar kir ku qonaxa niha tê jiyîn ji bo Rojhilata Navîn bi taybetî jî ji bo gelê Kurd qonaxeke çarenûssaz e û bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li gorî derfetên dîrokî xwendineke baş û rast bikin. Di vê pêvajoyê de ji bo parastina hebûn û destkeftiyên gelê Kurd Yekitiya Neteweyî pêwîstiyeke pir girîng e. Lewma pêwîst e hemû aliyên siyasî li ser vê esasê nêzî mijara Yekitiya Neteweyî bibin. Êdî berjewendiyên siyasî bidin aliyekî û em bi hev re fikreke neteweyî li ser esasên berjewendiya hemû gelê Kurd ava bikin û tevbigerin. Em di wê baweriyê de ne ku hem aliyên siyasî hem jî kesayetiyên di nav civaka Kurd de gihiştine vê qenaetê ku ev qonaxa em tê re derbas dibin qonaxeke pir girîng e. Ji bo ku em bikaribin kongreyeke neteweyî ya demokratîk ava bikin û ji bo tevahî Kurd di asta cîhanî de bê naskirin pêwîstî pêngavên pratîk hene. Erk û berpisyarî dikeve ser milê hemû Kurdan.”

Etîket: KNKyekitiya neteweyîZeynep Murat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

22 NÎSAN 2026
KNK: Bila Cejna Paskalyayê bibe wesîleya aştî û aramiyê

KNK: Bila Cejna Paskalyayê bibe wesîleya aştî û aramiyê

5 NÎSAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

27 ADAR 2026
KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

25 ADAR 2026
KNK: Şerê xwe neynin welatê me

KNK: Şerê xwe neynin welatê me

24 ADAR 2026
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

23 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Boreka Kurdan bi coş dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • NYyê hêzên Îsraîl û Rûsyayê xist ‘lîsteya reş a destdirêjiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî qetilkirina du birayan daxuyaniya PJAKê: Dê bibin sembola têkoşîn û berxwedanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (755)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne