Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 11 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên duh ên Îsraîlê yên li ser 3 herêmên navçeya Sûrê ya başûrê Lubnanê de 11 kes hatine kuştin. Li gorî wezaretê di nav kuştiyan de xebatkarekî tenduristiyê û welatiyekî Sûriyeyê jî heye. Herwiha hat ragihandin ku ku di êrişên hatine kirin de 8 kes jî birîndar bûne.













