Hevserokên CDK-Fê Fevziye Erdemîrcî û Azad Dogan têkildarî pêvajoya heyî, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta hikûmeta Tirk axivîn û destnîşan kirin ku azadiya Ocalan ne tenê azadiya şexsekî ye, ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e.
Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) Fevziye Erdemîrcî û Azad Dogan, geşedanên siyasî yên dawî yên girêdayî pirsgirêka Kurd, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzîkatiya hikûmeta dewleta Tirk û helwesta dewletên Ewropayê ji ajansa me re nirxandin.
Hevserokên CDK-Fê gotin ku eger Dewleta Tirk ewlehiya xwe dixwaze, divê rastiya Kurdistanê û civaka Kurd nas bike û destnîşan kirin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî krîtîk û bingehîn a dewleta Tirk e, ji ber vê divê pergala xwe ber çavan derbas bike û were demokratîkirin.
‘Komîsyona hatiye avakirin gelekî pasîf û giran dimeşe’
Hevseroka CDK-Fê Fevziye Erdemîrcî da zanîn ku heta niha tu gavên jidil ji aliyê desthilatê ve nehatine avêtin û diyar kir ku armanca dewletê tenê qezenckirina wextê ye û wiha got: “Heta niha ji aliyê desthilatê ve tu gaveke samîmî nehatiye avêtin. Bêyî Kurdan çareserî nabe, desthilat bixwe jî vê rastiyê baş dizane. Lê ji ber ku dixwazin temenê xwe yê siyasî dirêj bike, gavan naavêje. Komîsyona ku hatiye avakirin jî gelekî pasîf û giran dimeşe, ji şert û mercên pêwîst re xizmetê nake.”
‘Edî dem dema azadiya Rêber Apo ye’

Fevziye Erdemîrcî bal kişand ser asta berxwedana gelê Kurd a li Ewropa û her çar parçeyên Kurdistanê û got ku ev serdem ji her demê cuda ye û wiha domand: “Gelê Kurd li dîasporayê û li her çar parçeyên Kurdistanê hemû îmkanên xwe ji bo vê pêngavê seferber kirine. Lê dewlet bi awayekî samîmî nêzî mijarê nabe û taktîka demdirejkirinê dimeşîne, ji bo xwe demê qezenc dike. Lê belê îro berxwedaneke mezin û rêxistinkirineke xurt heye. Êdî dem dema serkeftineke mezin, serxwebûna demokratîk a Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ye.”
‘Azadiya Rêbertî ne tenê ji bo şexsekî ye’
Fevziye Erdemîrcî derbarê helwesta dewletên Ewropayê de jî destnîşan kir ku Ewropa li gorî berjewendiyên tîcarî tevdigere lê dostaniya gelan û sosyalîstan xurt e û wiha pê de çû: “Nêzîkatiya dewletên Ewropayê ya li hemberî daxwazên me ne jidil e. Ew zêdetir li ser berjewendiyên xwe yên tîcarî tevdigerin. Lê belê dostên me yên di nav gelan de, sosyalîst û parlamenterên demokrat her gav li ba me dimeşin û vê piştgiriyê tînin ziman. Azadiya Rêbertiyê ne tenê ji bo şexsekî ye û ji bo belavbûna fikir û ramanên azad û ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e.”
‘Dewleta Tirk li gorî şert û mercên şer tevdigere’
Hevserokê CDK-Fê Azad Dogan jî bal kişand ser bandora manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û krîza ku ji ber gavneavêtina dewleta Tirk derketiye holê û ev tişt anî ziman: “Manîfestoya ku di 27ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hat belavkirin, pêvajoyeke nû da destpêkirin û moral û motivasyoneke mezin da gelê Kurd û gelên cîhanê. Perspektîfa civaka demokratîk pir xurt derket holê. Di destpêkê de avakirina komîsyonê wekî gaveke erênî hat dîtin lê ji ber tu gavên şênber nehatin avêtin û tenê gotin hatin gotin, di nav gel de guman û nerazîbûneke mezin ava bû. Dewleta Tirk li gorî şert û mercên şer tevdigere.”
‘Divê welatên Ewropayê piştgiriya çareseriyê bikin’

Azad Dogan îşaret kişand ser rola Fransa û dewletên Ewropayê ya di parçekirina Kurdistanê de û bang li wan welatan kir ku berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sedsalî ye û rola dewletên Ewropayê di vê de pir mezin e. Peymana Sykes-Picot a di navbera Îngilîz û Fransiyan de bû sedema parçekirina Kurdistanê, şehîdkirina sed hezaran û koçberbûna bi milyonan Kurdan. Îro li Ewropayê bi milyonan Kurd hene. Dewletên Ewropayê di vê merhaleyê de berpirsiyar in. Divê Fransa û welatên Ewropayê di vê pêvajoyê de roleke aktîf û erênî bilîzin û piştgiriya çareseriyê bikin, ji ber ku berpirsyariyeke wan a dîrokî heye.”
‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî krîtîk û bingehîn a Dewleta Tirk e’
Her wiha Hevserokê CDK-Fê Azad Dogan bal kişand ser krîza li Rojhilata Navîn û hişyarî da Dewleta Tirk ku eger ewlehiya xwe dixwaze divê mafên Kurdan nas bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber Dewleta Tirk gavan naavêje, di nav gelê me de guman hene ku gelo dîsa dek û dolab in. Lê belê bawerî û girêdana Kurdên Ewropayê û Fransayê ya bi rêxistin û Serokatiya xwe re tam e. Rojhilata Navîn di nava alozî û şerekî mezin de ye. Eger Dewleta Tirk ewlehiya xwe dixwaze, divê rastiya Kurdistanê û civaka Kurd nas bike. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî krîtîk û bingehîn a Dewleta Tirk e. Divê sîstem ber çavan were derbaskirin û demokratîkkirin.”












