Li gorî agahiyan dewleta Îranê bi îdîaya ‘muharebe’ û ‘kuştina wezîfedarê ewlehiyê’ girtiyê siyasî Beluc Elyas Zein Al-Dini darve kir.
Dewleta Îranê ya ku wek dewleta-rejîma darvekirinê jî tê pênasekirin, ji bo bêdengkirina civakên azadîxwaz, ji bo tepisandina nerazîbûnên li dijî desthilatdariyê darvekirinê wek rêbaza tirsê û serî tewandinê bi kar tîne. Hema bêje her roj kesên di destê wê de dîlgirtî ne, têne darvekirin. Herî dawî girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Zahedan a li Îranê Beluc Elyas Zein Al-Dini bi rengekî veşartî hat darvekirin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, bi îdîaya ‘muharebe’ û ‘kuştina wezîfedarê ewlehiyê’ derbarê Elyas Zein Al-Dini biryara darvekirinê hatibû dayîn. Bêyî agahî ji malbata wî re were dayîn, ji hêla rejîmê ve hat darvekirin.












