* Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku 26 sal in di hucreyê de tê tecrîdkirin, li gel tecrîda herî giran jî dîsa ji bo gelên cîhanê li çareseriyê digere û wiha dibêje: “Çareseriya heqîqî ya ji bo gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo cîhanê jî konfederalîzma demokratîk e.”
* Bi tevlêbûna Hevseroka HDKê Meral Daniş Beştaş û Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê li Esenyurtê ya Stenbolê Ji bo Azadiyê Mîtînga Aştiyê bê lidarxistin. (13.00)
* Nobeta gel a li ser Bendava Tişrînê ya li dijî êrîşan di 8ê çile de hatiye destpêkirin didome.
* Çalakiyên gelê Sêrtê yên li dijî tayînkirina qeyûm ku li pêşiya Şaredariyê hatine destpêkirin didomin.
* Hevserokê DBPê yê Sêrtê Mustafa Dayan û hevserokê DEM Partî yê Sêrtê Eşref Tekîn anîn ziman ku çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm hatinê destpêkirin wê bidomîn û bang li welatiyên Sêrtê kirin ku tevlî çalakiyan bibin.