Roja duyemîn a Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên zarokan, meşa çandî û bi defîleya cilên neteweyî ji herêmên cuda yên Kurdistanê rastî eleqeyek mezin hat.
Roja duyemîn a 5emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên ji bo zarokan û bernameyên çandî berdewam kir. Di çarçoveya festîvalê de, di saetên serê sibê de ji hêla tîma Gerok Ma ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê çalakiyên cûrbecûr ji bo zarokan hatin organîzekirin. Gelek zarokan beşdarî performansên hunerî, lîstikan bûn û heyecana festîvalê jiyan.
Beşdarên festîvalê di nava rojê de ji bo çand û nirxên Kurd bidin nîşandan heta Şaredariya Herêma 10emîn a Parîsê meşiyan. Di meşê de stran Kurdî hatin gotin û govend hat gerandin. Niştecihên semtê eleqeyek mezin nîşanî meşê dan.
Di bernameya ku li ber şaredariyê hat lidarxistin de rengînîya çanda Kurd hat pêşkêşkirin. Aliyê herî balkêş ê bernameyê pêşandana cilên neteweyî yên ji herêm û qadpn Kurdan ên Kurdistanê bû.
Bi taybetî cil û bergên herêmên Botan, Amed, Rojhilat, Colemêrg, Koçgirî û Serhedê hatin pêşkêşkirin. Cilên bi destan hatibûn xemilandin ên Botanê, cilên bi qedîfe û sîmê hatibûn xemilandin ên Amed û rengên geş ên Rojhilat bala temaşevanan kişand. Kemer, serêş û nexşên kevneşopî yên taybetî yên Colemêrgê dewlemendiya çandî ya herêmê nîşan dan, di heman demê de cilên bi motîfên Koçgirî hatibên nexşandin çanda gelêrî ya Kurd nîşan dan. Clên hirî û bi nazikî hatine xemilandin ên ji herêma Serhedê şêwaza jiyana herêmê nîşan dan.
Di defîleya ku dîmên rengîn derket holê de bal kişandin ser mîrata çanda gelê Kurd a li erdnîgariyên cuda hat nîşandan û girîngiya veguhestina van cilên neteweyî ji bo nifşên pêşerojê.
Bernameyên di çarçoveya festîvalê de hatine organîzekirin ji bo pêşvebirin û veguhestina çanda Kurdî ji nifşên pêşerojê re bingeheke girîng çêkir. 5emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê wê di rojên pêş de bi çalakiyên çandî û hunerî yên cûrbecûr berdewam bike.