Derhênerê Şanoyê û Perwerdekarê Hunerê Ghodbedîn Sadeghî li Wanê bi sernavê “Têkiliya Çanda Kurdan û Şanoyê” gotûbejek li dar xist û di gotûbêjê got: “Di şanoyê de diyalog an jî dijberî heye û ev yek alîkariya demokrasiyê dike.”
Derhênerê Şanoyê û Perwerdekarê Hunerê Ghodbedîn Sadeghî, li eywana ŞanoWanê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi sernavê “Têkiliya Çanda Kurdan û Şanoyê” gotûbêjekê li dar xist. Gotûbêj rastî eleqeyeke mezin hat û gelek welatî tev li bûn. Gotûbêj bi zaraveya Soranî hat lidarxistin û hiqûqnasê Kurd ê Rojhilatî Sabir Ebdûllahîzad jî di gotûbêjê de hem moderatorî hem jî wergera ji bo Kurmancî kir. Di gotûbêjê de Sadeghî behsa dewlemendiya çanda Kurdî kir û hêza şanoyê vegot.
‘Ji bo Kurd têk neçin, divê çanda xwe biparêzin’
Sadeghî, di destpêka axaftina xwe de behsa hêmanên dewlemendiya çandan kir û diyar kir ku ji bo Kurd li hemberî deshilatên weke Tirk, Ereb û Farsan têk neçin, çanda xwe biparêzin. Sadeghî di berdewamiya axaftina xwe de behsa bandora govend, muzîk û olê ya li ser çanda Kurdî kir û got: “Tevî van yekan hêmana herî mezin a çandê zimanê dayikê ye û divê em zimanê xwe biparêzin. Divê em ji hemû hêlan ve çanda xwe bi hêz bikin, lê divê çanda kevnar jî bê parastin.”
‘Civakên pêşketî li ser dikê pirsgirêkên xwe çareser dikin’
Sadeghî di berdewamiyê de bal kişand ser hêza şanoyê jî û got: “Di şanoyê de diyalog an jî dijberî heye û ev yek alîkariya demokrasiyê dike. Heke di nava civakekê de demokrasî nebe, pirsgirêk û nakokî li kolanan bi rijandina xwînê tên çareserkirin. Lê di civakên pêşketî de aliyên dijber li ser dikê pirsgirêk û nakokiyên xwe çareser dikin. Divê ev şêwazê jiyanê derbasî nava me Kurdan jî bibe.”
















