Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê, Endamê Konseya Rêveber a PKKê Qasim Engîn hate bîranîn. Di şexsê wî de peyama bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina li şehîdên Meha Gulanê hate dayîn.
Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê, ji bo Endamê Konseya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Qasim Engîn ku di 27ê Gulana 2020an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştibû şehadetê û hemû şehîdên meha Gulanê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Çalakî bi axaftina vekirinê ya hunermend Kawa Urmiye dest pê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) Cahîde Goyî axivî.
‘Kevneşopiya Hakî Karek bi Qasim Engîn didome’
Goyî bal kişand ser rastiya têkoşînê û wateya şehîdên meha Gulanê di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de îfade dike û girîngiya nirxên ku di vê pêvajoyê de hatine afirandin nirxand. Goyî destnîşan kir ku kevneşopiya têkoşînê ya bi Hakî Karer dest pê kir, di şexsê Qasim Engîn de gihiştiye asta herî jor û got: “Gelê Kurd li hemberî şehadetan tu carî gav paşde neavêtiye û biryardariya xwe ya têkoşînê her tim diparêze.”
‘Têkoşîn bi qiymetdayîna şehîdan xurt dibe’
Li ser navê malbatê Battal Mereş jî axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê bi qîmetdayîna şehîdan mezin û xurt dibe. Mereş dubare kir ku ew ê wekî malbat xeta têkoşînê ya Qasim Engîn heta dawiyê bişopînin.
‘Bi zanabûna wî dîroka Kurdan baştir hate zanîn’
Li ser navê Tevgera Jinan a Ewropayê Zîlan Serhed axivî. Serhed diyar kir ku Qasim Engîn bi kesayetiya xwe ya zana, yek ji ronakbîrên herî girîng ê têkoşîna azadiyê bû. Serhed anî ziman ku dîroka Kurd û Kurdistanê bi saya xebata wî baştir hate zanîn.
Stranên jê hez dikir hatin stirîn
Di bernameyê de sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna Qasim Engîn hate nîşandan. Piştre hevrêya wî ya têkoşînê Bermal Çem, stranên ku Şehîd Qasim Engîn jê hez dikir, strîn. Çalakiya bîranînê bi berzkirina diruşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.













