Danûstandinên nerasterast ên di navbera DYA û Îranê de yên ji bo dirêjkirina agirbestê, hîn negihiştine encameke teqez. Serokê DYAyê Trump herî dawî bi gotina “Eger peyman çênebe em ê êrişa herî mezin a dîroka şer bidin destpêkirin” jantaja xwe domad. Tehranê jî daxwazên DYAyê red kirin û xwest ku li Tengava Hurmuzê gotina dawî ya wan e û ‘peymaneke dawî’ tune ye.
Şerê desthilatdarî û parvekirinê yê hêzên hegemonîk ê li Rojhilata Navîn û Kendavê, li ser maseya mûzakereyan bi qeyranan dewam dike. Hevdîtinên nerasterast ên têkildarî paşeroja agirbesta ku di 8ê Nîsanê de di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de hatibû ragihandin, hêj bi awayek bêencam didome.
Lêgerîna dirêjkirina agirbestê didome
Li gorî çapemeniya cîhanê her du alî li ser pêşnûmeyekê disekinin ku agirbest 60 rojên din bê dirêjkirin, seyrûsefera bazirganiyê ya li Tengava Hurmuzê ji nû ve bê sererastkirin û piştre li ser bernameya nukleerî ya Îranê mûzakereyên nû dest pê bikin. Lê belê ev pêşnûme hîn ji aliyê rêveberiyên siyasî yên her du dewletan ve nehatiye erêkirin.
Şantaja leşkerî û ‘xetên sor’ ên DYAyê vedigerin blofê
Li gorî nûçeya Reutersê, Serokê DYAyê Donald Trump roja Înê li Qesra Spî bi şêwirmendên xwe re li ser dosyeya Îranê civiyaye, lê biryara dawî nehatiye eşkerekirin. Qesra Spî ragihand ku Trump wê tenê peymaneke ku ji bo berjewendiyên DYAyê baş e û xetên sor ên Washingtonê diparêze, qebûl bike.
Trump daxwazên xwe dubare kirin
Trump daxwazên xwe yên hegemonîk wekî şert ferz kirin û xwest ku Îran qebûl bike ku nabe xwedî çeka nukleerî. Trump got ku divê Tengava Hurmuzê demildest, bêsînor û bêpere bê vekirin. Trump her wiha daxwaz kir ku stokên uranyuma dewlemendkirî yên Îranê bi çavdêriya wan bên îmhakirin.
Hegseth: Em ji bo êrişê amade ne
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth, di 30ê Gulanê de li Sîngapûrê têkildarî muzakereyan axivî û gef xwarin. Hegseth diyar kir ku eger peymaneke dîplomatîk pêk neyê, DYA amade ye ku êrişên li dijî Îranê ji nû ve bide destpêkirin û îdia kir ku cebilxaneyên wan ji bo vê yekê têr dikin. Heqseth destnîşan kir ku kontrola wan a li ser Tengava Hurmuzê didome û keştiyên bêyî destûra wan hewil bidin derbas bibin dê bên cezakirin.
Îran: Peymana dawî tune ye, Hurmuz a me ye
Li dijî van gefan Tehranê diyar kir ku ew qebûl nakin daxwazên DYAyê di metna peymanê de cih bigirin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di televîzyona dewletê de daxuyanî da û diyar kir ku trafîka peyamana bi DYAyê re didome, lê hêj negihiştine tu peymaneke dawî. Bekayî destnîşan kir ku ji bo wan tişta girîng bidawîkirina şer e û di vê qonaxê de hûrgiliyên têkildarî uranyumê nayên nîqaşkirin. Li ser Tengava Hurmuzê jî Bekayî ev peyam da: “Birêvebirina paşeroja tengavê, tenê Îran û Ummanê eleqedar dike.”
‘Derbasbûna bêsînor a DYAyê ne pêkan e’
Di heman demê de, Biryargeha Navendî ya Xatemu’l Enbiya ya girêdayî Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku rêveberiya Tengava Hurmuzê bi temamî di bin desthilata artêşa Îranê de ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku keştiyên bazirganî û tanker divê ji Hêzên Deryayî yên Pasdaran destûrê bigirin û eger hêzên biyanî destwerdanê bikin dê bersiv bê dayîn. Ev yek wekî redkirina eşkere ya şerta Trump a “derbasbûna bêsînor” hate nirxandin.
Gotin û kirinên Trump li hev nakin
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk Trump daxwazên xwe wekî “tawîzên mezin ên Îranê” nîşan dide, lê Îran dibêje daxuyaniyên Trump yekalî ne. Tevî ku li ser maseyê mijarên mîna agirbesta 60 rojî û rakirina dorpêça deryayî hene jî, tabloya dawî nîşan dide ku ji ber israra DYAyê ya li ser serweriya Kendavê û helwesta Tehranê, lihevkirina navbera her du hêzan hîn jî îhtîmalek gelek qels e.












