Ekîn Ceren (Amara) di 21emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê hat bibîranîn.
Ekîn Ceren Dogruak (Amara) cangoriya Partiya Karkerên Kurdistan(PKK), di 21emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê de hat bibîranîn. Endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û malbata Ekîn Ceren tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên aştî û demokrasiyê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Fatîn Kanat axivî.
Fatîn Kanat diyar kir ku ew şehîdên azadiya gelê Kurd û sosyalîzme ne û wiha got: “Hêviya wê yê şoreşgerî û azadiyê dema di lîse de bû dest pê kir. Fikra wê ya ev bû, hetan azadiya gelê Kurd pêk neyê şoreşa li van herêman jî şoreş pêk nayê. Ji ber vê tevlî refên gerîlayê bû.”
‘Em ê bîranînên wê jîn bikin’
Bavê Ekîn Ceren Nusret Dogruak jî hemû rêhevalên Ekîn Ceren bi rêzdarî bi bîr anî û ev tişt vegot: “Weke her sal we em tenê nehiştin, piştgiriya we hêz dide me. Ji bo bîranînê em we vedixwînin malê. Em bîranînên wê jîn bikin.”
Piştî axaftinana malbat, sazî û rêxistinên ku tev li bîranînê bibûn, qurnefîl danî ser gora Ekîn Ceren û ji bo bîranînê çûn serdana malbatê.















