Wan – Încî kefalî ango masîpankên ku cureyekî endemîk ê Gola Wanê ye, dest bi koça ber bi avên şêrîn va kirin ku li hev zêde bibin. Rêwîtiya masîpankan ji golê ber bi çeman ve destpê kiriye li Sûlava Masiyan ya li navçeya Erdîşê rastî eleqeyeke zêde tê û dîmenên xweşik xwe radixin ber çavan.
Her sal di navbera 15 Nîsan û 15ê Tirmehê de heyama bizirbûnê an jî lihevzêdebûna masiyên Gola Wanê ye. Di van dîrokan de masîpank ber bi çeman ve dest bi rêwîtiyê dikin, ji bo ku xerzên xwe berdin û xwe zêde bikin. Ev Rêwîtiya masiyan ji ber ku berevajî herikîna avê ye zor û zehmet derbas dibe. Masî ji bo ku biçin qeraxên çeman, cihên germ xerzên xwe daynin nav avê berepaşî xwe di avê de hildavêjin. Di vê rêwitiyê de qaqlîbaz ku li herêma Serhedê weke Teyrên Keşkan jî tên zanîn derdikevin nêçîra masiyan.
Di vê rêwitiyê de li pêşiya masiyan astengiyên mezin hene; sûlavên gur, teht û zinarên asê, ava ku bi awayekî gur ber bi xwarê ve diherike… Lê masî bi hesteke jiyanî yek bi yek xwe ji avê diavêjin hewayê da ku astengiya derbas bikin.
Ji bo jiyaneke nû, li dijî herikîna avê têkoşînek bêhempa dikin; hinek jê bi ser dikevin, hinek jî dibin debara qaqlîbazan. Di aliyê din de ev rewş ji bo welatiyan dîmenên rengîn û xweşik radixe ber çavan. Bi hezaran welatî ji bo li vê rêwîtiya masîyan û şerê qaqlîbazan û masiyan temaşe bikin, her sal tên sûlava masiyan û wêneyan digirin. Û di heman demê de welatî li derdora çem seyranê dikin.




















