SOHRê ragihand ku di meha Gulanê de li seranserê Sûriyeyê 287 kes mirine, di nav wan de 15 jinên ku ji ber bûyerên tundiyê yên cûda mirine, hene.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di rapora xwe ya meha Gulana 2026an de, ragihand ku li herêmên cûda yên Sûriyeyê ji wan 15 jin bi giştî 287 kes mirine.
Li gorî daneyên SOHRê, mirinên jinan di encama bûyerên cûda yên tundiyê de çêbûne. Jinek di pevçûnên navxweyî yên li deverên di bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de, jinek din bi guleyên bêserûber, jinek din di bûyerên cûda de, jinek jî bi awayek guman mirine.
Di raporê de hat diyarkirin ku jinek di înfazên mezhebî de hatiye qetilkirin, 5 jin di cînayetên li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de hatiye kuştin, jinek bi awayekî cuda, jinek di encama teqîna narincokek de hatiye kuştin û cenazeyê 4 jinan di gorên komî de hatine dîtin.
SOHRê hat destnîşankirin ku teqemenî û bermahiyên cebilxaneyên yên ji ber şer mane hîn jî ji bo sivîlan gefek cidî ne û hat gotin ku nebûna çareseriyeke siyasî yek dibe sedema mirinan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yê herî zêde ji van tiştan bandor dibe jin û zarok in.
SOHRê di dawiya daxuyaniyê de ji bo parastina sivîlan bang li civaka navneteweyî kir û xwest gavên bibandortir bên avêtin.













