Wan – Yek ji bedewiyên xwezayî ya herî xweşik Sûlava Bêgiriyê, piştî baran û berfa zêde ya salê, di demsala biharê de bi awayek gujeguj û şireşir diherike û dîmenek weke şahiyekî pêşkêşî gelê herêmê û geştiyaran dike.
Sûlava Bêgiriyê ango Şelaleya Mûradiyê ku yek ji bedewiyên xwezayî ya herî xweşik ya herêma Wanê ye, piştî baran û berfa zêde ya îsal di mehên biharê de bi bilindbûna herikîna avê û coşa xwe dîmenekî wekî şahiyekî pêşkêşî gelê herêmê û geştyaran dike. Sûlava ku bi gûje gûj û gur diherike, dibe cih û warê geştyaran. Sûlava Bêgiriyê ku yek ji rawestgehên girîng ên geştûguzariya herêmê ye û di her demsalê de bi bedewiyên xwe yên cihêreng balê dikişîne ser xwe, îsal bi bilindbûna asta avê balê dikişîne û coş û kelecaneke mezin dide kesên serdana vir dikin.
Sûlava ku li ser Çemê Bendîmahiyê ye û ava wê ji bilindahiya nêzîkî 20 metreyan dirij e, dîmenên bêhempa pêşkêşî ziyaretvanan dike. Xwezaya kesk a li dora sûlavê û dengê avê yê ku bilind dibe, demên xweş nîşanî hezkiriyên xwezayê yên ku tên herêmê dide. Her wiha ziyaretvan ji bo bîranînên xwe mayînde bikin û vê xweşikiya xwezayî belge bikin dikevin nav keftûlefta girtina dîmen û wêneyên mîna kartpostalan.
Di qadên seyranê de jî qelebalixiyeke zêde heye, ziyaretvan li ser pira daleqandî wêneyên digirin û hezkirinê nîşanî atmosfera efsûnî ya Sûlava Bêgiriyê didin.





















