awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Xweseriya Rojava nas bikin’

Sêrt /AW

2 SIBAT 2025 - 16:02
Kategorî: ROJANE
A A
Parlamenterê DEM Partî Sînan Çîftyurek di çalakiya li dijî qeyûm de balkişan ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û got: “Heke hûn wekheviyê dixwazin xweseriya Rojava û destkeftiyên kurdan nas bikin.”

Li Sêrtê çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm di roja 5an de berdewam dike. Parlamenterê DEM Partî Sînan Çîftyurek, endamê MYKê yê PÎA û parlamenterê DEM Partî Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PÎA Ahmet Kaya, parlamenterên DEM Partî Berîtan Guneş Altin û Sabahat Erdogan Saritaş, hevşeredar Sofya Alagaş, Mehmet Kaysi endamên meclîsê yên şeredariyê û nûnerên rêxistinên bajêr beşdarî çalakiyê bûn.

Girse li parqa Orhan Dogan kombûn û bi pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” heta şeredariyê meşiyan. Girseyê heta pêş şeredariyê stran strîn û dirûşmeyên; “Qeyûm talane berxwedan jiyane” ,”Kurdistan wê bibe goristan ji bo faşistan”, “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Bêdengî mirine bêdeng nemîne”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseyê bi dirûşmeyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dan.

‘Em qeyûm nas nakin’

Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgiriya girseyê kirin. Girse piştî meşê li pêş şeredariyê kom bûn û guvend gerandin. Piştî govendê daxuyanî da. Ewilî endamê meclîsa Şeredariyê Aykut Savaşe bi erebî axivî û bertek nîşanî tayinkirina qeyûm da. Berdevkê demê yê Sêrtê Osman Ozturk jî destnîşan kir ku tayinkirina qeyûm li dijî hiqûqê ye. Endamê TMMOBê Firat Şîmşek, Serokê Baroyê yê Sêrtê Muhammed Alptekîn, Berîtan Guneş Altın jî diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî tayinkirina qeyûman wê bidomê û ev tişt gotin: “Qeyûm nîşan dide ku demokrasî tune ye. Demokrasî tune be aştî jî tune ye. Em qeyûm nasnakin. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li dijî qeyûm têkoşîna xwe bidomînin. Evşeredariya gel e û dê gel jî xwedî li şeredariya xwe derbikevin.”

‘Em vê xwişk û biratiyê qebûl nakin’

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek jî balkişand ser êrişên li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û ev tişt anîn ziman: “Em kuştina şanoger Bavê Teyar û êrişa li dijî welatiyên sivîl şermezar dikin. Qeyûm tenê qeyrana siyasetê kor dike. Heke bixwazin aştî pêk were divê dev jî sepana qeyûm berdin. Qeyûm û êrişên li dijî kurdan xizmeta aştî nake. Heke tu gelê kurd nas neke, vîna wî qebûl neke wê çawa xwişk û biratî pêk were. Em vê xwişk û biratiyê qebûl nakin. Heke hûn xwişk û biratiyê dixwazin xweseriya Rojava û destkêftiyên kurdan nas bikin.”

Hevserokê Giştî yê PÎA yê Ahmet Kaya jî anî ziman ku qeyûm li dijî hiqûqê ye û got: “Qeyûm tayînî şûna min jî kirin. Tevî ku min ji wê dozê beraat kir jî dîsa peyvira min a berê nedan min. Ew yek jî nîşan dide ku qeyûm sepana li dijî hiqûqî ye. Em çawa gotinên Serokkomar bawer bikin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

24 KANÛN 2025
HSDê êrîşa çeteyên DIAŞ’ê li ser gundewarê Dêrazorê têk bir

HSD: Li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞê kuştin

23 KANÛN 2025
Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

23 KANÛN 2025
Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Êrîş ji berê ve hatibû plankirin

Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Êrîş ji berê ve hatibû plankirin

23 KANÛN 2025
Belgîn Kanat 10 sal şûnde ji girtîgehê derket

Belgîn Kanat 10 sal şûnde ji girtîgehê derket

23 KANÛN 2025
Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn

Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn

23 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • KANÛN 2025 (472)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne