Li derdora gundên Şax û Heblerê yên li Cizîrê ji ber topbarana leşkerên Artêşa Tirk şewat derket.
Leşkerên Artêşa Tirk ku erdê gundên Şax û Hebler yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê 49 salan kirê kiriye, derdora gundan danê nîvro dan ber topan û di encamê de agir bi zeviyên derdora her du gundan ket.
Piştî derketina agir şêniyên gundên derdorê çûn cihê bûyerê û agir vemirandin.
Gundên Şax û Hebler di salên 1990î de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine valekirin û heya niha jî ketina gundan qedexe ye. Gundiyên ku bi destûra leşkeran diçin gund jî tenê bi roj dikarin li gund bimînin.













