• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

    Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

    Polîsan 10 CHPî binçav kirin

    Polîsan 10 CHPî binçav kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

    Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

    Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

    Polîsan 10 CHPî binçav kirin

    Polîsan 10 CHPî binçav kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Abdullah Ocalan her dem çareseriyê pêşniyar dike’

Navenda Nûçeyan /AW

2 SIBAT 2025 - 16:47
Kategorî: ROJANE
A A
Rêxistina DBP û DEM Partiyê li bajarên Wan, Meletî, Îdir û Colemêrgê “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar xist. Siyasetmedar Tayîp Temel di hevdîtina li Wanê de diyar kir ku Abdullah Ocalan 26 sal in pêşniyara çareseriyê dike.

Rêxistina DEM Partiyê û DBPê li Wan, Meletî, Îdir û Colemêrgê di çarçoveya “Çalakiyên ji bo aştiya civakî û azadiyê” de bi gel re civiyan. Di civînan de li ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin û gel pêşniyarên xwe kir.

Wan

Çalakiya li Wanê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û got: “Gelê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li dilê Kurdan didome. Lewma berxwedan û têkoşîna Kurdan girîng e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn xwedî alternatîf û paradîgmayê ye. Xwediyê vê paradîgmayê jî birêz Ocalan e. Ev felsefe roj bi roj mezin dibe.”

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û ev tişt anî ziman: “Rojhilata Navîn hêj jî qada sereke ya hevrikiya hêzên kûrewî ye. Bloka bi pêşengtiya DYA’yê ji bo Îsraîlê bike hêzeke sereke û mayinde, di nava tevgerê de ye. Li Rojhilata Navîn şer û krîz kûr dibe û bi şerê Îsraîl-Filistînê, rageşiyê di navbera Îran-Îsraîlê û hevsengiyên nû yên li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe. Êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de hevsengiyên li Rojhilata Navîn serûbin kir. Ji vê dîrokê ve Îsraîl ne tenê bi bersivê re bisînor ma, her wiha stratejiya herêmê bi temamî guherand. Tevî DYA û Ingilistanê ji bo bisînorkirina Îranê, ji bo hêza wê ya êrişê ya li herêmê bişikîne, polîtîkayeke sîstematîk meşandin. Qonaxa vê ya din jî dê bibe Iraq ku rageşiyeke bi heman rengî dê biqewime û herî dawî jî gavên li dijî Îranê dê zelal bibin. Pirs, ne ew e bê ka ev pêvajo dê biqewime yan na, pirsa esasî ew bê ka ev pêvajo kengî û dê çawa biqewime.”

Tayip Temel, anî ziman ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke mezin a veguherînê heye û wiha got: “Meseleya Kurd a li Tirkiyeyê rê li ber nîqaşên nû vekiriye. Daxuyaniyên Devlet Bahçelî û hevdîtinên bi birêz Ocalan re, ne tenê encama siyaseta navxweyî, her wiha encama geşedanên li herêmê jî ye. Zêdetirî 10 sal in tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Guherîna vê polîtîkayê, encama têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Niha careke din hate dîtin ku dewlet nikare bi polîtîkayên tundiyê û zextan birêve bibe. Ev rewş dike ku îktîdar mecbûr bibe hinek gavan biavêje. Ya girîng ew e bê ka pêvajo dê çawa teşe bigire. Heke hevdîtinên bi birêz Ocalan re veguherin pêvajoyeke muzakereyan, heke daxwazeke wiha hebe, divê ev pêvajoyeke zelal be û derdorên civakî jî tev li bibin. Birêz Ocalan dixwaze ev hevdîtin li Meclisê bên domandin û yekser bi partiyên siyasî re were axaftin. Ev pêşniyar, ji bo pêvajo bi tendurist bidome pir girîng e. Êdî dema wê ye ku Tirkiye bi meseleyên xwe yên esasî re hevrû bibe. Di serî de meseleya Kurd, pêkan e ku çareseriyeke demokratîk a azadiya gelan, baweriyan û jinan esas digire çêbibe. Rêya vê jî mîna birêz Ocalan got, divê ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk bibin.”

‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’

Tayip Temel, axaftina xwe wiha domand: “Hinek derdor û nivîskarên li Tirkiyeyê bi zanebûn rastiya birêz Ocalan di çarçoveya çek û tundiyê de digirin dest. Weke ku tekane rol û muxatabiya birêz Ocalan ev be. Ev ne nirxandineke rast e. Nirxandineke pir kêm e. Birêz Ocalan, rexneyên pir dilwêrek li feraseta îktîdarê ya dewletperest a klasîk û li reel sosyalîzmê kiriye û li dijî vê teoriyeke civakî pêşniyar kiriye. Pêşengek e. Civaka demokratîk weke modêleke wekheviyê pênase kiriye û ev fikr di nava gelê Kurd de hate qebûlkirin. Bi rêya pirtûk û fikrên xwe çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nîşan daye. Birêz Ocalan 26 sal in girtî ye û li giravekê di tecrîdê de ye lê dîsa jî tu caran ji gotina xwe nehat xwarê û pêşniyarên çareseriyê yên nûjen kir. Niha jî ji bo azadiya gelê Kurd û gelên binpdest projeyeke çareseriyê pêş dixe. Bi vê modêlê re tola gelên bindest ji pergala kapîtalîst distîne. Ya girîng û sereke jî, gavê îktîdar û dewlet dê biavêje ye. Di vê mijarê de helwest û bizava hêzên demokratîk, siyasî û civakî girîng e. Ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Kurd bi birêz Ocalan bawer e û li pişt îradeya çareseriyê ye. Ev, di heman demê de pêvajoyeke têkoşînê ye.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

Meletî

Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê û DBPe jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, di bin konteynira ku weke avahiya rêxistina bajar tê bikaranîn de hat lidarxistin. Endama MYKa DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama PMê Sabuha Akdag, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” hat daliqandin. Ji ewil deqeyek rêz hate kirin û piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Ahmet Ercan axivî. Ercan, got ku ji bo civakîbûna aştiyê ev hevdîtin girîng in. Civîn, bi nirxandinên têkildarî pêvajoya siyasî, pêşniyarên beşdaran û rexneyên wan bi dawî bû.

Îdîr

Li Eywana Konferansan a li avahiya Rêxistina DBPê ya Îdirê jî civîn hat lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Goçer, endamê MYKa DEM Partiyê Necmettîn Basçi, Hevşaredarên Îdirê, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Li eywanê pankarta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” hat daliqandin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtinan de bi eşkereyî got ku heke şert û merc bên avakirin, dikare pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna hiqûqî bike. Got ku xwedî vê hêza teorîk û pratîk e. Em dizanin ku mesele ne tenê bi AKP û MHP’ê, bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên li Meclisê û tevlibûneke berfireh a civakî dikare rast û mayinde were çareserkirin. Li pêşiya me salvegera komploya navneteweyî heye. Ji bo azadiya birêz Ocalan divê em tevek bi hev re bixebitin.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

8 ÎLON 2025
Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

8 ÎLON 2025
Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

8 ÎLON 2025
Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

8 ÎLON 2025
Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

Ji bo meşa Bestayê kolan bi kolan dixebitin

8 ÎLON 2025
KNKê bang li KEyê kir: Ji bo mafê hêviyê biryarê bide

KNKê bang li KEyê kir: Ji bo mafê hêviyê biryarê bide

8 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (145)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne