• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

Sema Gezîcî - Daristan Pala / AW

3 HEZÎRAN 2026 - 09:34
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Wan – Keleha Wanê ku wekî ‘Textê Nemir ê Rojhilat’ tê pênasekirin, bi dîroka xwe ya 2850 salî arşîveke mezin a şaristaniyên herêmê ye. Keleha ku li ser zinarekî kilsî yê asê li rojhilatê Gola Wanê bilind dibe, di serî de şaristaniya Urartûyan, çanda Kurdan, Pers, Bîzans, Sasanî û Osmaniyan di nava xwe de dihewîne.

Li Kurdistanê ku cihê şaristaniyeke mezin e, kelehên dîrokî di her bajarî de hene û hebûna xwe diparêzin. Keleha Wanê jî ku wekî ‘Textê Nemir ê Rojhilat’ tê pênasekirin, yek ji van kelehan e ku ji serdema Ûrartûyan maye. Dîroka kelê bi hêzbûna Keyaniya Urartûyan (Biainili) a di Serdema Hesnî de dest pê dike. Keyayê Yekem Sardûr di B.Z. 840–825an de navçeya Tûşbayê ya Wanê ku keleh lê ye, wekî paytext daxuyand û ev keleh çêkir. Birca Sardûr ku bi blokên mezin ên bêxerc hatiye avakirin, 6 nivîsên bizmarî yên Asûrî dihewîne û ev wekî belgeyên yekemîn ên dîroka Urartûyan tên qebûlkirin. Di sedsala 6an a B.Z. de, herêm ket bin kontrola Împaratoriya Persan. Bîrdariya herî mezin a vê serdemê nivîsa Kserkses e ku bi sê zimanan hatiye nivîsandin. Piştre keleh di navbera keyaniyên Helenîstîk, Bîzans û Sasaniyan de dest guherand û wekî qereqoleke sînorî hat bikaranîn.

Hêzên misilman û Selçûqiyan jî ev der bi salên dirêj kontrol kirine û di serdema wan de sûrên kelehê hatine xurtkirin. Mîrên Kurdan ên ku di kelehê de dijiyan, salên dirêj xweser mane û li herêmê desthilat bûne. Lê di sala 1548an de Mîrên Kurdan xwe bi Împaratoriya Osmaniyan ve girê didin û keleh dibe navenda ‘Mîrêmîran a Wanê.’ Di vê serdemê de Mizgefta Silêman Xan li lûtkeyê ava bû û sûr ji bo çekên nûjen hatin stûrkirin.

Ji ber şer û pevçûnan Bajarê Kevn hatiye rûxandin

Li quntara başûr a kelehê ‘Bajarê Kevn ê Wanê’ hebû ku bi sedsalan bû navenda jiyana hevpar a kurd û ermeniyan. Li vir Kûlliyeya Husrev Paşa ya Mîmar Sînan, Mizgefta Kaya Çelebî û dêrên ermeniyan cih digirtin. Ev jiyana hevpar di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1915) bi hatina Ûrisan û şerên herêmî re bi dawî bû; bajarê kevn bi temamî hat şewitandin û rûxandin. Gelê ku sax ma, bajarê nû yê Wanê 5 kîlometre dûrî kelehê ava kir. Keleha Wanê ku di sala 2011an de ket Lîsteya Demkî ya UNESCOyê, îro wekî mûzeyeke vekirî bala geştyar û lêkolîneran dikişîne.

Kaniya Xorxorê hê jî diherike

Keleha Wanê niha jî bi hemû heybeta xwe li ser piyan e û cihê geştiyaran e. Di binê kelehê de kaniyeke bi sedsalan e diherike jî heye. Ava ku ji bin kevirên mezin ên kilsî yên Keleha Wanê diherike, bi zexteke mezin ji şikeftên kûr derdikeve, di nav valahiyên keviran de dengan derdixîne. Ev deng bi awayekî domdar û bihêz wek xorîna mirovekî di xewa kûr de tê bihîstin. Ji ber vê yekê ev kanî û herêm wekî Xorxorê hatiye binavkirin. Lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku ev cih di serdema Urartûyan de navenda herî girîng a avê ya paytexta Tuşpayê bûye. Kupên mezin ên bi motifên geometrîk û kanalên kevirî yên avê, pêşketina endezyariya avê ya wê serdemê diyar dikin.

Ji dîrokê heta îro

Îro Xorxor ne tenê cihê seyranê ye ku gel bi ava xwe ya sar û paqij lê bêhna xwe didin, lê di heman demê de wek abîdeyeke zindî ya dîrokê tê dîtin ku mîrateya ji Urartûyan mayî digihîne roja îro.

Derdorên kelehê di bin gilêşê de ye

Niha li derdorê Keleha Wanê park û cihên keskahî hatine çêkirin û ev der bûye cihê seyran û gerê. Welatî ji bo seyranê tên van parkan lê derdorê xwe qirêj dikin. Tevî hemû hişyariyan jî welatî gilêşên xwe kom nakin û şaredarî jî di paqijkirina van deran de kêm dimîne. Lewma ev cihên kesk tev di bin gilêşê de mane û ji bo ekolojiya herêmê jî xetere ye. Herî zêde ‘şuşeyên plastîk’ û ‘turikên naylon’ li derdorê hene û nayên paqijkirin. Li gor lêkolinên çend saziyên navneteweyî turikên naylon (poşet) di xwezayê de 500 heta hezar salan û şuşeyên plastîk jî 400 heta 450 salan dimînin. Bi vi awayî zirareke pir mezin didin xwezayê û mirovan. Her wiha bermahiyên ji şewata semawerê dimîne jî axê kêm dike û nahêle bi salan li wê herêmê giya şîn bibin.

Keleha Wanê ji ber dîrok û xwezaya xwe bala welatiyan û geştiyaran dikişîne û di rojekê de herî kêm 300 kes serdana Keleha Wanê dike. Lê heyfa vê xwezaya xweşik e ku îro di nava qirejiyê de hatiye hiştin.

Etîket: Keleha WanêÛrartu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

9 NÎSAN 2026
Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

15 ADAR 2026
TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Telefona Rojwelat piştî kuştina Gulistan 46 roj girtî maye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (56)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne